Li Amedê komxebata sifir bermayî hat lidarxistin

Di komxebata Sifir Bermayî de ku li Amedê pêk hat; rola rêveberiyên herêmî ya li dijî krîza avhewayê, kêmkirina bermayiyan li çavkaniyê û xurtkirina hevkariya di navbera saziyan de ji bo bajarên domdar û berxwedêr, bûn mijarên sereke.

Bi kordînasyona Weqfa Sifir Bermayî û di bin banê Parêzgariya Amedê de; bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajar û Zanîngeha Dîcleyê (DU), "Komxebata Sifir Bermayî a Amedê" hat lidarxistin. Bername li Navenda Kongreyê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin. Cîgira Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerîn Turk, Alîkarê Waliyê Diyarbekirê Azîz Golbaşi, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Vahap Ozpolat, nûnerên Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê ya DBB’ê, rêveberên saziyên gelemperî û xebatkarên têkildar beşdarî bernameyê bûn.

‘Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên roja me ye’

Cîgira Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerîn Turk, di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku krîza avhewayê êdî ne tenê gefek ji bo paşerojê ye, yek ji pirsgirêkên herî girîng ên roja me ye. Turk diyar kir ku hişkesalî, germahiya zêde, stresa avê û zêdebûna mîqdara bermayiyan rasterast bandorê li jiyanê dike û anî ziman ku ev mijar li bajarên wekî Diyarbekirê ku zexta hişkesaliyê lê zêde dibe, hîn krîtîktir bûye.

Divê bajar li gorî şert û mercên avhewayê werin plankirin’

Turk bal kişand ser berpirsiyariya rêveberiyên herêmî û diyar kir ku divê bajar ne tenê li gorî hewcedariyên îro, lê li gorî şert û mercên avhewayê yên guherbar werin plankirin û got: “Divê em bajarên xwe bi awayekî berxwedêrtir, guncawtir û adiltir ji bo paşerojê amade bikin.”

Têkoşîna li dijî guherîna avhewayê

Zerîn Turk anî ziman ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin ew hewl didin polîtîkayên têkoşîn û lihevhatina bi guherîna avhewayê re xurt bikin û diyar kir ku ew nêzîkatiya sifir bermayî tenê wekî pêvajoyeke komkirina bermayiyan nabînin. Turk got: “Armanca me ya sereke kêmkirina bermayiyan berî ku çêbibin, belavkirina çanda ji nû ve bikaranînê ye û beşdarkirina civakê di vê pêvajoyê de ye.”

Plana Çalakiyê ya Guherîna Avhewayê (SECAP)

Turk bal kişand ser girîngiya xebatên ku ji hêla Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê ve têne meşandin û got ku Plana Çalakiyê ya Guherîna Avhewayê (SECAP) û xebatên birêvebirina bermayiyan, rê nîşanî rêveberiyên herêmî didin.

‘Parastina hevsengiya ekolojîk berpirsiyariyeke hevpar e’

Zerîn Turk bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera saziyan de û destnîşan kir ku parastina hevsengiya ekolojîk ne tenê berpirsiyariya şaredariyan e, berpirsiyariya hevpar a hemû saziyan û civakê ye. Turk behsa pêvajoya COP31’ê jî kir û diyar kir ku divê zanîn û ezmûna ji herêmê tê, di pêvajoyên neteweyî û navneteweyî de bi awayekî xurtir cih bigire.

Turk di dawiyê de anî ziman ku ew bawer dike ev komxebat dê ji bo Amedê encamên girîng derxe holê û spasiya hemû sazî û beşdarên ku keda wan di organîzasyonê de heye kir.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery