Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Dogan Hatun, şandeya teknîkî ya Diyarbekirsporê ku wê sibê derkeve lîstikeke krîtîk, pêşwazî kir.
Şandeya teknîkî û kaptanên tîma Diyarbekirsporê ya ku di Koma 2’yemîn a Lîga 3’yemîn a TFF’ê de ji bo di lîgê de bimîne têdikoşe, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Hevşaredar Dogan Hatun şande pêşwazî kir û demekê bi wan re axivî.
Di hevdîtinê de ku endamên Meclîsa DBB’ê jî beşdar bûn, rewşa tîmê ya di lîgê de û mijarên moral û piştgiriyê yên beriya lîstika krîtîk a sibê hatin nirxandin.
Hevşaredar Hatun, ji bo Diyarbekirspora ku bi 33 pûanan di rêza 12’yemîn a lîgê de ye, ji bo maça ku wê di 18’ê Nîsanê de li qada xwe bi Kahramanmaraşsporê re bilîze serkeftin xwest.
Werger: Omer Dilsoz
Â
