Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, saziyên tenduristiyê bi herdemî kontrol dike û her roj nêzî 8 ton bermahîyên tibî bi rengekî ewle kom dike. Bi vî awayî ji bo parastina jîngehê û tenduristiya civakê pêvajoyeke berfireh a birêvebirinê dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo komkirin û jiholêrakirina rast a bermahîyên enfeksiyoz, patolojîk, birek-qulker, farmasotîk û kîmyewî yên ku li saziyên tenduristiyê yên li seranserê bajêr çêdibin, xebatên xwe didomîne.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ku saziyên tenduristiyê ji navendê heta navçeyên herî dûr kontrol dike, bi hûrgilî lêkolîn dike ka bermahîyên tibî çawa tên komkirin, hilanîn û gelo li gorî rêziknameyan in an na.
Li saziyên tenduristiyê kontrola hişk
Ji ber ku di koma bîstik (rîsk) de ne, tîm her 15 rojan carekê saziyên tenduristiyê yên giştî û taybet bi tundî kontrol dikin. Dema pêdivî hebe, xebatkaran hişyar dikin û derbarê tedbîrên ku bên girtin de xizmeta rêberiyê didin.
4 Tîm, her 15 rojan carekê kontrol
Midûrê Şaxa Bermahîyên Hişk ê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Mehmet Baran diyar kir ku kontrolên bermahîyên tibî her 15 rojan carekê ji aliyê 4 tîman ve bi rêkûpêk tên kirin.
Baran anî ziman ku ew bermahîyên tibî ji nexweşxaneyên giştî û taybet, navendên tenduristiyê û ASMyan (Navendên Tenduristiya Malbatê) kom dikin. Baran destnîşan kir ku di çarçoveya rêziknameyê de ew van saziyan di warê parastin, hilanîn û tedbîrên parastinê de kontrol dikin ka ev bermahî di nav çopên malan de tên avêtin an na.
Baran da zanîn ku li seranserê bajêr rojane 7,5-8 ton bermahîyên tibî kom dikin û diyar kir ku zêdebûna mîqdara bermahîyan li gorî rewşên demsalî diguhere û bi gelemperî di mehên zivistanê de zêde dibe.
‘Jiholêrakirina wan bi kontrol tê kirin’
Baran got, “Dema em bermahîyan kom dikin û dibin tesîsê, bi kêşana wan qebûlkirina tesîsê tê kirin. Bermahî li tesîsa me di sterilîzasyonê re derbas dibin, paşê li tesîsa me ya EKAYê, li qada çopê ya Qerejdaxê bi rengekî kontrolkirî tên tunekirin.”
Ji bo xebatkarên nexweşxaneyê perwerdeya bermahîyên tibî
Baran bal kişand ser perwerdekirina personelên saziyên tenduristiyê yên giştî û taybet û got ku ev perwerde; bikaranîna alavên parastinê yên xebatkerên ku bermahîyan kom dikin, pêvajoyên komkirinê û qonaxên tunekirinê li xwe digire.
Baran got, “Bi taybetî li hemû saziyên me yên tenduristiyê, divê bermahîyên ku pîs bûne (kontamîne) û bi tenduristiya mirovan re ketine têkiliyê; wek serê serumê, lûleyên serumê, serê derziyan, flakon û enjektoran, di çarçoveya rêziknameya bermahîyên tibî de di qutiyên guncaw de werin avêtin.”
‘Tu bûyereke neyênî nehatiye dîtin’
Baran diyar kir ku di çarçoveya rêziknameyê de kontrolên li hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên di nav sînorên şaredariyê de dê bi peryodîk berdewam bikin. Baran destnîşan kir ku li seranserê parêzgehê di komkirina bermahîyên tibî de çi li qadê, çi di personel de û çi jî di tesîsên komkirina çopê de tu bûyereke neyênî çênebûye.
Baran bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Çênebûna tu rewşeke neyênî nîşan dide ku Şaredariya Bajarê Mezin di mijara komkirina bermahîyên tibî de serkeftî ye.”
Werger: Omer Dilsoz
