Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, diyar kir ku Plana Stratejîk a 2025-2029an a bajêr bi piştgiriya hevpar a civaka sivîl û aktorên herêmî hatiye amadekirin. Hatun aşkere kir ku ji çandê heta ekolojiyê, ji polîtîkayên civakî heta qadên zarokan, hemû kêmasî hatine tespîtkirin û bi nêzîkatiyeke berfireh di plansaziyê de cih girtine.
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) bi sernavê “Tora Çavdêriya Xizmetên Herêmî ya Amedê, ‘Amed di Rêya Bajar û Civakên Berdewam’ de, Bandora Polîtîkayên Aborî yên ku ji Dîrokê heta Îro li Tirkiyeyê tên Meşandin li ser newekheviyên herêmî” civîneke li dar xist. Digel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, parlamenter, odeyên pîşeyî, akademîsyen û kesên di qada rêveberiyên herêmî de dixebitin beşdarî civînê bûn.
Hevşaredar Hatun: Plana 5 salî bi hişmendiya hevpar hate amadekirin
Axaftina vekirinê ya civînê Serokê Desteya Rêveber a DÎTAM’ê Mesut Azîzoglu û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun kirin. Hevserok Hatun der barê rola rêveberiyên herêmî û polîtîkayên geşepêdana herêmî de nirxandin kirin. Hatun anî ziman ku ev cure bername hem ji bo Şaredariya Bajarê Mezin hem jî ji bo bajêr xwedî girîngiyeke mezin in û tekezî li ser wê yekê kir ku plana stratejîk a 5 salan bi hişmendiya hevpar hatiye amadekirin.
'Me plansazî bi tespîtkirina kêmasiyan ava kir'
Hevserok Hatun da zanîn ku hemû beşdarên vê pêvajoyê saziyên di nava bajêr de ne û wiha dewam kir: “Me plansaziyên têkildarî her warê jiyanê bi hev re kir. Ez spasiya her kesê ku ked daye dikim. Dewletê jî ji bo bajêr planên 5 salî hene, me ev jî li ber çavan girtin. Me ji çandê bigire heta hunerê, ji ekolojiyê heta qadên zarokan, kêmasî tespît kirin û me plansazî li gorî vê yekê ava kir.”
Hatun diyar kir ku tevî plansazî temam bûye jî, ya ku divê bi rastî bê nîqaşkirin pêvajoya cîbicîkirinê ye û got, "Me plana xwe ya stratejîk a ji 2025an heta 2029an çêkir. Hevalên me dê der barê naveroka planê de agahiyên berfireh bidin we. Ez ji bo beşdariya we spasiyên xwe pêşkêş dikim."
Plana Stratejîk a Şaredariya Bajarê Mezin hate nirxandin
Piştî axaftinan, di rûniştina yekem de akademîsyen Dr. Cuma Çîçek, di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê “Amed di Rêya Bajar û Civakên Berdewam” de, der barê Plana Stratejîk a 2025-2029an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, di çarçoveya pêşniyarên civaka sivîl de nirxandin kirin.
Di pêşkêşiyê de, pêşniyarên ku bi keda civaka sivîl hatine amadekirin, di bin sê sernavan de hatin girtin: normatîf, stratejîk û operasyonel. Di analîza hevahengiya normatîf de; prensîbên bingehîn ên wekî wekheviya zayenda civakî, nêzîkatiya ekolojîk, nasnameya bajêr û piralîbûn, geşepêdana aboriya herêmî, rêveberiya beşdar û berdewamî hatin nirxandin.
Di analîza hevahengiya stratejîk de, li ser eksena bajarên berdewam asta hevahengiyê hat lêkolînkirin û qad wekî pir bilind, bilind, navîn û nizm hatin polenkirin. Di analîza hevahengiya operasyonel de jî, li gorî Armancên Geşepêdana Berdewam a Neteweyên Yekbûyî, mijarên wekî têkoşîna li dijî xizaniyê, tenduristî, perwerde, enerjî, geşepêdana aborî, binesazî û aştî hatin nîqaşkirin.
Avakirina torên piştevaniya civakî yên li ser bingehê taxan
Di dawiya raporê de hat diyarkirin ku civaka sivîl li Amedê bi taybetî di warê çandî û zayenda civakî de bihêz e, lê divê di warê polîtîkayên civakî, geşepêdana aborî û jîngehê de kapasîte bê bipêşxistin. Di vê çarçoveyê de, avakirina torên piştevaniya civakî yên li ser bingehê taxan, belavkirina bankeya xwarinê û pêjgehên piştevaniyê, zêdekirina xizmetên piştevaniya psîkososyal û bihêzkirina piştgiriyên perwerdeyê hatin pêşniyarkirin.
Bandora polîtîkayên aborî li ser newekheviyên herêmî
Di rûniştina duyemîn de jî bandora polîtîkayên aborî yên ku ji raboriyê heta îro li Tirkiyeyê tên meşandin li ser newekheviyên herêmî hatin nîqaşkirin. Di rûniştinekê de ku bi moderatoriya endamê Desteya Rêveber a DÎTAM’ê Dîlan Kaya hat lidarxistin, polîtîkayên pîşesaziyê yên Tirkiyeyê, korîdora pîşesaziyê ya nû û xizmetên giştî yên herêmî hatin nirxandin.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Guldem Atabey, Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç, Parlamenterê DEVA Partiyê yê Edeneyê Sadullah Kisacik û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya wekî axaftvan beşdarî vê rûniştinê bûn.
Werger: Omer Dilsoz
