Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hêsankirina gihîştina nexweşên penceşêrê û welatiyên astengdar a li nexweşxaneyan, kirîna 2 wesayîtên gihîştbar bi yekdengî qebûl kir.
Di civîna asayî ya meha nîsanê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, li gorî daxwaza Serokatiya Daîreya Karûbarên Astengdar û Pîrûkalan biryareke girîng hat girtin. Di çarçoveya pêşniyarê de ku di meclisê de hat nîqaşkirin, xizmeta "Taksiyê Civakî" ya ji bo nexweşên penceşêrê û veguhastina welatiyên astengdar a bo nexweşxaneyan bi awayekî çalak bê meşandin, hat nirxandin.
Di biryarê de hat diyarkirin ku ji bo berdewamiya xizmeta heyî, bilindkirina kalîteya xizmetê û zêdekirina gihîştinê, pêwîstî bi 2 wesayîtên gihîştbar ên asansorî, bi kapasîteya herî kêm sê rêwî, yên bi elektrîkê, hîbrîd an jî bi sotemeniyên fosîl dixebitin, heye.
Piştî xwendina nivîsa têkildar a Serokatiya Daîreya Karûbarên Astengdar û Pîrûkalan, mijar ji aliyê endamên meclisê ve hat nîqaşkirin. Di encama nirxandinan de, kirîna 2 wesayîtên navborî xistin ber dengdanê.
Biryar bi yekdengî hat qebûlkirin
Di encama dengdana ku li gorî madeyên têkildar ên Rêziknameya Xebatê ya Meclisa Şaredariyê hat kirin, daxwaz bi yekdengî hat qebûlkirin.
Bi vê biryarê re, tê armanckirin ku gihîştina welatiyên astengdar û nexweşên penceşêrê a bo xizmetên tenduristiyê bi awayekî bihêztir bê destekkirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
