Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, platforma dîjîtal JINMAP’ê ya ku xetereyên jinan di bajêr de pê re rû bi rû dimînin nexşe dike, analîzên bingeh-daneyan pêşkêş dike û beşdariyê li plansaziya xizmetguzariyê dike, xist ber xizmeta jinan.
Lansmana pêkanîna JINMAP’ê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin û Serokatiya Daîreya Karûbarên Danesazîyê ve bi perspektîfa "Bajarê Jinan" hatiye pêşxistin, hat lidarxistin.
Di lansmanê de ku li otêlekê li navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsê, serokên daîreyan û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
"Jin ne tenê wergirên xizmetê ne, ew kirdeyên veguherînê ne"
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer, di lansmanê de axivî û diyar kir ku ew polîtîkayên rêveberiya herêmî pêş dixin ku piştgiriyê didin jinan da ku di hemû warên jiyanê de jiyaneke wekhev, azad û dûrî şîdetê ava bikin. Sumer anî ziman ku ew bi wê têgihîştinê dixebitin ku jin ne tenê wergirên xizmetê ne, di heman demê de kirdeyên aktîf ên pêvajoyên hilberînê û veguherîna civakî ne. Sumerê got ku ev xebatên ku piştevaniya jinan mezin dikin, piştgiriyê didin keda jinan û newekheviyan diyar dikin, armanc dikin ku wekheviya zayenda civakî xurt bikin.
"Bi Bajarê Jinan re plansaziya bajêr a bingeh-wekhevî"
Sumer diyar kir ku şaredariyan di warê polîtîkayên jinan de di van du salên dawî de xetek girîng ava kirine û anî ziman ku perspektîfa Bajarê Jinan, ji plansaziya bajêr heta pêşkêşkirina xizmetguzariyan, veguherîna jin-navendî armanc dike. Sumerê bal kişand ser girîngiya diyarkirina herêmên bi rîsk bi daneyan û pêşxistina platformên dîjîtal da ku jin bikaribin bi ewlehî li bajêr bigerin û bigihîjin cihên xwe.
"Bi JINMAP’ê re ezmûna jinan êdî dê bibe dane"
Sumer diyar kir ku serlêdan dê beşdariyê li pêşxistina polîtîkayên çareserî-navendî bike û anî ziman ku bi saya JINMAP’ê xetereyên ku jin di bajêr de dijîn dê bibin daneyên şênber û ev dane dê li ser bingehê navçe û taxan bên analîzkirin û ji aliyê yekîneyên têkildar ve bên şopandin. Sumerê tekez kir ku ezmûnên jinan dê rasterast li mekanîzmayên biryargirtinê derkevin.
"Bajêr ne tenê avahî ye, ezmûna ewlehî û wekheviyê ye"
Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk diyar kir ku bajêr ne tenê bi avahiyên fîzîkî, bi ezmûna ewlehî û wekheviya welatiyan a di bikaranîna qada giştî de wateyê distîne. Turk anî ziman ku jin neçar dimînin di jiyana rojane de bi fikara ewlehiyê tevbigerin û got ku ev rewş her çendî pir caran nayê dîtin jî, pirsgirêke girîng a bajêr e.
"Ger bajêr ji bo jinan ewle be, ji bo herkesî ewle ye"
Turk diyar kir ku JINMAP ji bo rêveberiyên herêmî amûreke girîng e di avakirina bajarên adiltir, dorfireh û ewletir de û anî ziman ku serlêdan dê xetereyên nexuya derxe holê û pêvajoyên biryargirtinê xurt bike.
"Ev platform tora piştevaniyê ye"
Hevşaredar Hatun di civîna lansmanê de axivî, spasiya kesên ked dane kir û tekez kir ku ev pêkanîn ne tenê xizmeteke teknîkî ye, di heman demê de tora piştevaniya civakî ye. Hatun diyar kir ku xebatên li qada teknîkî tên meşandin, beşdariyê li çareserkirina pirsgirêkên li kolanan bi awayekî herî zû û pratîk dikin û got, "Ez dibêjim destê hemû kedkaran sax be. Her çend ev wekî JINMAP bê gotin jî, çawa ku hevalên me anîn ziman, piştevaniyek heye."
Hatun diyar kir ku ev piştevanî ne tenê di navbera jinan de ye, avahiyek e ku hemû beşên civakê dihewîne û anî ziman ku sîstem bûye binesaziyek ku hemahengiyên di navbera hemû yekîneyên şaredariyê û şaredariyên navçeyan de xurt dike. Hatun da zanîn ku pirsgirêkên li kolanan li ser bingehê cihî tên tespîtkirin û ji yekîneyên têkildar re tên şandin û got, "Ev tora piştevaniyê ne tenê tora piştevaniya hevalên jin e, di heman demê de avahiyeke ku dê pirsgirêkên hemû gelê di civakê de bi awayekî zû û pratîk çareser bike."
Hatun diyar kir ku pêkanîn di heman demê de sîstemekê pêşkêş dike ku ragihandina bi saziyên din ên giştî re hêsan dike, pirsgirêkên wekî ronîkirina kêm, pêwîstiya bi qadên ewle rasterast dikarin ji yekîneyên têkildar re bên şandin. Hatun tekez kir ku pêkanîn bingehek û destpêkek e û got, "Ev pêkanîn alt-lîk e, bingehek e. Em hêvî dikin ku di pêvajoyên pêş de em vê wekî perspektîfekê bigirin û bi xurtkirina wê di hemû waran de, em bikaribin bajarekî ku bibe bersiv ji hemû pirsgirêkên civakê re biafirînin."
Pêkanîn dê pirdilî be
Seroka Daîreya Karûbarên Danesaziyê Berçîm Guzel jî got ku JINMAP ne tenê pêkanîneke mobîl e, di heman demê de amûreke veguherînê ye. Guzel diyar kir ku pêkanîn pirdilî ye û anî ziman ku ji yek ekranê mirov dikare xwe bigihîne gelek taybetmendiyan wekî ragihandina rîskê, piştgiriya rewşa awarte, xalên ewle û analîza demografîk.
Werger: Omer Dilsoz
Â
