Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên parastin û pêşîlêgirtinê de, li cihên ku ciwan lê zêde ne, xebatên xwe yên li dijî tiryakiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de, li Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun û Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê ji bo welatiyan perwerdeyên hişmendiyê hatin lidarxistin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya xebatên parastin û pêşîlêgirtinê de, ji bo têkoşîna li dijî tiryakiyê, bi beşên cuda yên civakê re hatin gel hev. Rawestgeha vê carê ya Navenda Şêwirmendî û Perwerdeya Tiryakiyê, Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun û Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê bû.
Şaredariya Bajarê Mezin dê xizmetên parastin û pêşîlêgirtinê li seranserê bajêr belav bike
Di perwerdeya ku li ser daxwaza rêveberiyên pirtûkxaneyan hat lidarxistin û gelek xwendekar beşdar bûn, tiryakî ne tenê wekî pirsgirêka tenduristiyê ya takekesî; herwiha bi aliyên xwe yên civakî, derûnî û civakî ve hat nirxandin. Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku nêzîkatiya xwe ya hevgirtî ya ku mudaxeleya zû, xizmetên parastin û pêşîlêgirtinê esas digire, li seranserê bajêr belav bike.
Di perwerdeya ku ji aliyê pisporên li Navenda Şêwirmendî û Perwerdeya Tiryakiyê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hat dayîn de, pênase û cureyên tiryakiyê hatin nîqaşkirin û bandorên fîzîkî û derûnî yên cureyên cuda yên madeyan ên li ser takekesan bi hûrgilî hatin vegotin.
Di perwerdeyan de bal hat kişandin ser girîngiya hişmendiyê ya ji bo pêşîlêgirtina tiryakiyê berî ku çêbibe; herwiha hat tekez kirin ku bêyî cudahiya temen, zayend û pîşeyê, her kes dikare di bin xetereyê de be. Faktorên xetereyê yên takekesî, malbatî û jîngehî bi mînakan hatin vegotin, herwiha behsa zêdebûna rêjeyên tiryakiyê û serlêdanên tedawiyê yên li herêmê di salên dawî de hat kirin.
Ji bo beşdaran derbarê naskirina nîşaneyên zû yên tiryakiyê, pêşxistina nêzîkatiyên rast li hemberî kesên bi tûşbûyî, û gihîştina pêvajoyên tedawî û rehabîlîtasyonê agahiyên berfireh hatin pêşkêşkirin. Mijara tiryakiyê di jinan de jî bi awayekî cuda hat nirxandin û rîskên nediyar û pêdiviyên taybet ên di vî warî de hatin gotûbêjkirin.
Xebatên perwerdeyê dê bidomin
Di perwerdeyan de bal hat kişandin ser rola diyarker a piştgiriya malbatê û derdora civakî di têkoşîna li dijî tiryakiyê de. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê plan dike ku xebatên xwe yên perwerdeya parastin û pêşîlêgirtinê, li gorî daxwaz û pêdiviyên ji qadê tên, bidomîne.
Perwerdeya têkoşîna li dijî tiryakiyê ya li pirtûkxaneyan, bi bersivdana pirsên beşdaran bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
