Li Habeşî pêvajoya budçeya beşdar dest pê kir: “Biryar dê bi gel re bê girtin”

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di civîna gel a li Taxa Habeşî de ku di çarçoveya "Modela Budçeya Beşdar a Baglarê" de hat lidarxistin, bal kişandin ser wê yekê ku pirsgirêk dê bi beşdariya gel li cihê xwe bên tesbîtkirin û bi aqilê hevpar bên çareserkirin.

Di çarçoveya Modela Budçeya Beşdar a Baglarê de, ku bi hevkariya Şaredariya Mezin a Amedê û Şaredariya Baglarê û bi têgihiştina rêveberiya xwecihî ya demokratîk hatiye amadekirin, yekem civîn li Taxa Habeşî hat lidarxistin. Civîna agahdarkirinê ku wekî destpêka pêvajoyê ye, bi beşdariya welatiyan pêk hat.

Di civînê de ku li Etapa 2’yemîn a TOKÎya Habeşî hat lidarxistin, ji bilî Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, endamên meclîsê, nûnerên pêkhateyan û şêniyên taxê amade bûn.

“Ne tenê stargeh, jiyana civakî jî hewcehî ye”

Hevşaredar Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi guhdarîkirina gelê taxê, bi rêbazên beşdar çareseriyê ji pirsgirêkan re peyda bikin. Bucak anî ziman ku dê rêxistinên bajêr û navçeyan û saziyên civaka sivîl jî tev li pêvajoyê bibin û wiha got:

“Ev der qadeke civakî ye, taxek e. Gel ne tenê hewceyî stargehê ye; her wiha hewceyî navendên civakî, navendên jinan, dibistanan, kreşan û hewcehiyên din ên civakî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku hûn di bin pêşengiya Şaredariya Baglarê de daxwazên xwe di nava mehekê de bi nivîskî bigihînin me.”

“Ev îrade, îradeya gel e”

Bucak diyar kir ku daxwazên welatiyên ku li etapên TOKÎ yên li Habeşî dijîn dê di nava mehekê de bên berhevkirin û bi civînên heftane bên nirxandin û got, "Em dixwazin ev îrade ya we be, ango îradeya gel be."

Bucak behsa erdhejên 2023’an jî kir û bi bîr xist ku piştî wê karesatê pirsgirêkên cidî yên stargehê derketine holê. Bucak anî ziman ku piştî temambûna niştecihên TOKÎ, şaredarî di gihîştina herêmê de rastî astengiyan hatine û bal kişand ser wê yekê ku kêmasiyên binesaziyê û xizmetguzariyê bandoreke neyînî li jiyana rojane dikin. Tevî hemû zehmetiyan jî, du sal in ji bo çareseriyê dixebitin.

“Heya em pirsgirêkan çareser nekin em li vir in”

Bucak anî ziman ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî veguhastin û binesaziyê, li qadê bin û got, "Me gaveke girîng avêtiye, lê heya hemû pirsgirêk neyên çareserkirin em li vir in, em bi we re ne."

Bucak destnîşan kir ku ew ê civînên ku dê mehekê bidomin bi nirxandinên hevpar encam bidin û got, "Em ê bi hev re hewcehiyên xwe yên hevpar diyar bikin û bi hev re çareseriyê hilberînin."

Hatun: “Em ê pirsgirêkan li cihê xwe guhdar bikin û çareser bikin”

Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku erdhejê li bajêr wêraniyeke mezin çêkiriye û got ku plansazî divê ne tenê bi avahiyan sînordar bimîne. Hatun bal kişand ser girîngiya tevgerîna hevpar a saziyên dewletê, rêveberiyên xwecihî û civakê û got ku ew ê ji bo rakirina kêmasiyên li Habeşî li qadê bin.

“Em ê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin”

Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz jî diyar kir ku armanca civînê ew e ku bi hev re ji bo hewcehiyên piştî erdhejê çareseriyê peyda bikin û got, "Em ê li gorî biryarên ku gel bide, pirsgirêkan bi hev re çareser bikin."

Hevşaredar Siraç Çelik jî diyar kir ku ewan hay ji pirsgirêkên li herêmê heye û wiha got, "Em ê her tim li qadê bin, em ê şêwirdariyê bikin û bi rexneyan re em ê çareseriyê biafirînin."

Modela budçeya beşdar hat vegotin

Di civînê de hûrgiliyên modela budçeya beşdar hatin vegotin; tekezî li ser azadiya jinan, wekhevî, demokrasiya rasterast û nêzîkatiyên ekolojîk hat kirin. Welatiyên ku li ser dikê axivîn, bi taybetî daxwazên xwe yên der barê binesazî, kanalîzasyon, rêkûpêkkirina derdorê û pirtûkxaneyê de anîn ziman.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery