Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de şandeya ku ji komên şanoyê, akademîsyen û kesên ku di qada çand û hunerê de xebatan dikin û ji welatên cuda hatine, pêşwazî kir.
Di çarçoveya 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de ku Şaredariya Bajarê Mezin di navbera 22’yê Nîsanê û 2’yê Gulanê de bi temaya “Diyalog ji bo Aştiyê” li dar dixe, komên şanoyê yên ji 19 welatên cuda, di nav wan de Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filîstîn û Ukrayna jî hene, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Hevşaredar Bucak şande pêşwazî kir û bi wan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de der barê xebatên di qada çand û hunerê de danûstandina fikran hat kirin. Der barê pêşxistina çalakiyên çandî û xurtkirina hevkariyên navneteweyî de nirxandin hatin kirin.
Hevşaredar Bucak kêfxweşiya xwe ya ji vê serdanê anî ziman û got: “Em ji hatina we gelekî kêfxweş bûn. Çalakiyên çand û hunerê yên ku bi temaya ‘Diyalog ji bo Aştiyê’ li bajêr tên meşandin, zehf bi qîmet in.”
Endamên şandeyê jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin ku mazûvaniya organizasyoneke wiha berfireh dike.
Di serdanê de, Alîkara Sekreterê Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Muhabbet Erdogmuş, Seroka Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî Zeynep Yaş û endamên meclîsa şaredariyê jî pêşwaziya Hevşaredar Bucak kirin û di hevdîtinê de amade bûn.
Werger: Omer Dilsoz
