2’yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê tê lidarxistin

2’yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, wê di 2-3’yê Gulanê de li Meydana Şêx Seîd were lidarxistin.

Di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de, bi beşdariya saziyên civaka sivîl, şaredariyên navçeyan û kooperatîfan, di 2-3’yê Gulanê de li Meydana Şêx Seîd “2’yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê” dê were pêkanîn. Jin dê di hevdîtinê de hem berhemên xwe pêşkêş bikin û hem jî beşdarî xebatên atolyeyan û çalakiyên çand-hunerî bibin.

Di çalakiyê de jinên kedkar ên malê, saziyên civaka sivîl ên jinan, jinên sendîkavan, rêxistinên jinan û jinên ku di qada çand-hunerê de xebatan dikin, bên cem hev. Hevdîtin armanc dike ku jin di nav piştevaniyê de hem di warê aborî û hem jî di qadên hilberîna hunerî de xurt bibin, kedên wan bên dîtin û torên piştevaniyê bên firehkirin.

“Keda jinan tê dîtin”

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer diyar kir ku ew bi mezinkirina piştevaniyê amadehiya hevdîtina duyemîn dikin. Sumer da zanîn ku wan di 5 navendên jiyanê yên girêdayî daîreyê de, salê gelek atolye û kurs li dar xistine û wiha got: “Jin di van atolyeyan de hem perwerde dibin û hem jî beşdarî pêvajoyên hilberînê dibin. Me komên hilberînê yên ku ji jinên van atolyeyan sûd werdigirin ava kirin. Yek ji encamên herî girîng ên hevdîtina keda sala par, avakirina komên hilberînê yên jinên ku dixwazin hilberînê bidomînin bû. Van koman berhemên wekî tentûr, sirke û krem çêkirin. Di atolyeyên tekstîlê de jî ji tekstîla malê heta kincan gelek berhem hatin hilberandin.”

“Em dixwazin qadên hilberînê bi bajêr re bînin cem hev”

Gurbuz Sumer tekez kir ku berhem dê bi têgihîştineke piştevaniyê ya ne li ser bingeha pêşbaziyê bêne firotin û wiha axivî: “Em qadeke ku keda jinan li navendê be û jin tê de wekî kesayet bi cih bibin, ava dikin. Di heman demê de em dixwazin van qadên hilberînê bi bajêr re bînin cem hev û wan berfireh bikin.”

Sumer bang li hemû jinan û hemwelatiyan kir û got: “Ev hevdîtin ne tenê qada pêşkêşkirina berheman e; di heman demê de hevdîtinek e ku jin ji navendên şêwirmendiyê heta torên piştevaniyê hev xurt dikin. Em hemû jinan vedixwînin da ku piştevaniyê mezin bikin.”

Jin: “Êmeg û ked derdikeve holê”

Beşdarên atolyeyan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê xebatê anîn ziman:

•Elîda Zerrî: “Keda jinan pirî caran di nav malê de nayê dîtin. Li vir keda me tê dîtin. Jin li ser lingên xwe radiwestin.”

•Sevcan Agin: “Piştî ku em berhemê temam dikin, hesta serkeftinê me pir baş dike. Ev yek bawerî bi me tîne. Derfeta me ya sosyalbûnê heye.”

•Songul Çakar: “Em li vir bi hev re fêr dibin û hildiberînin. Li vir qada lîstikê ya ji bo zarokan jî heye. Dema zarokên me di hawîrdoreke ewle de wext derbas dikin, em jî beşdarî hilberînê dibin.”

•Narîn Ermîş: “Em bi guhartina tiştên kevn hunerê diafirînin. Em di 2-3’yê Gulanê de dixwazin keda xwe nîşan bidin û bang li her kesî dikin ku werin vê hevdîtinê.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery