Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, maça Amedspor-Bodrumsporê li Stadyuma Amedê temaşe kir.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Amedspor–Bodrumsporê ya ku li Stadyuma Amedê hat lîstin; ligel Serokê Klûba Amedsporê Nahîd Eren, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û alîgiran temaşe kir.
Amedspor, di dawiya pêşbirkê de bi Bodrumsporê re 1-1 beramber ma û pûana xwe ya di Lîga 1emîn de derxist 73an û ciyê xwe yê di rêza sêyemîn de parast.
Amedspor, roja Şemiyê di 2ê Gulanê de dê li deplasmanê bi Igdirsporê re rû bi rû were.
Werger: Omer Dilsoz
Â
