Li Bulvara Firatê çûnûhatin û peyzaj bi hev re tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên nûkirinê yên berfireh de ku li Bulvara Firatê ya li navçeya Kayapinarê li gorî daxwazên welatiyan daye destpêkirin, ji binesaziya çûnûhatinê bigire heta rêkxistina peyzajê, hemû qadan bi nêzîkatiyeke nûjen ji nû ve destgirtî dike. Di pêvajoya projeyê de bi hestiyariya jîngehparêziyê, parastina darên heyî, bihêzkirina xemla keskayî û avakirina jiyaneke bajarî ya domdar tê armanckirin.

Di çarçoveya xebatên li Bulvara Firatê de, binesazî û seresaziya rê bi têgihiştina bajarvaniya nûjen ji serî heta binî tê rêkxistin. Bi avahiya rê ya piralî, rêkxistina çariyan û sîstemên rêberiyê, çûnûhatin dê bibe ya herikbar û ewletir.

Di çûnûhatinê de herikbarî û ewlehî tê armanckirin

Di projeyê de nêzîkatiyeke ku pêşî dide peyayan û bîsîkletan tê pejirandin û li seranserê bulvarê rêyên bîsîkletan ên bêsekin hatine avakirin. Bi çeqên fireh û derbasgehên peyayan ên ewle gihîştin tê bihêzkirin, bi rêkxistinên nû yên li çariyan jî herika trafîkê digihîje avahiyeke kontrolkirî û ewle.

Bi hemahengiya saziyan tê birêvebirin

Xebat, bi hemahengiya Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrîn û Tamîrkirina Rêyan, Serokatiya Daîreya Çûnûhatinê û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan tê meşandin. Bi saya vê plansaziya piralî, hem çûnûhatin û hem jî rêkxistinên jîngehê bi hevdemî têne jiyanîkirin.

Dar bi rêbazên zanistî têne parastin û veguhestin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya projeyê de darên li ser bulvarê bêyî ku zirarê bibînin, ji cihê wan radike û dixe bin parastinê. Di pêvajoya veguhestina daran de girîngiyeke taybet bi parastina avahiya rehên daran tê dayîn û karên rakirinê bi çavdêriya mercên demsalî û tenduristiya nebatan têne pêkanîn.

Darên hatine rakirin, bi amûr û teknîkên guncaw bi baldarî têne veguhestin û li qadên taybet ên ku li cîgeha Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan hatine amadekirin, têne çandin. Li wir dar; bi liberçavgirtina avahiya axê, rêkûpêkiya avdanê û mercên avhewayê ji nû ve datînin nav axê û pêvajoyên geşedana wan ji aliyê tîmên pispor ve bi awayekî birêkûpêk têne şopandin.

Darên ku bi awayekî demkî hatine bin parastinê, tê armanckirin ku piştî temambûna projeyê, di çarçoveya rêkxistinên peyzajê yên nû de li qadên guncaw bên çandin. Bi vê yekê, dema xemla keskayî a heyî tê parastin, tê armanckirin ku bergeheke planbar, saxlem û domdar bê avakirin.

Bi peyzaj û ronîkirinê dê estetîk bê bihêzkirin

Bi rêkxistinên peyzajê yên ku li refûjên navîn û qadên kêlekê bên kirin, dê estetîkek li bulvarê bê zêdekirin. Bi sîstemên ronîkirinê yên nûjen ewlehiya şevê zêde dibe û estetîka bajêr jî tê bihêzkirin.

Bulvara Firatê, bi xebatên hatine kirin dê bibe yek ji wan eksên nimûneyî yên ku hem ji bo çûnûhatinê û hem jî wekî qada jiyanê nirxê dide bajêr.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery