Li xwaringehên gel û tesîsên civakî kontrolên berfireh

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta parastina tenduristiya gel û bilindkirina qalîteya xizmetê, li xwaringehên gel û tesîsên civakî kontrolên hîjyen û ewlehiya xurekan ên berfireh pêk anîn.

Di kontrolan de ku ji aliyê Yekîneya Kontrolkirina Xurekan a girêdayî Serokatiya Daîreya Tenduristiyê û tîmên zabiteyan ve hatin meşandin, hate armanckirin ku xizmetên ji bo welatiyan bi awayekî hîjyenîk, ewle û li gorî standardan bên berdewamkirin. Kontrol; ji pêvajoyên qebûlkirina malan dest pê kirin û heta qadên amadekirinê, yekîneyên pijandinê, xizmetguzarî û xalên pêşkêşkirinê, hemû qonax bi hûrgilî hatin lêkolînkirin.

Di çarçoveya kontrolan de ne tenê mercên fîzîkî, di heman demê de hemû pêvajoyên ku ji bo ewlehiya xurekan krîtîk in, bi awayekî berfireh hatin vekolan. Digel mercên paqijiyê, rêkûpêkiya xebatê û pêvajoyên hilberînê, rewşa heyî li cihê xwe hat tespîtkirin.

Endazyarên xurekan nimûneyan digirin, kaloriyê dipîvin

Ji aliyê endazyarên xurekan ve ku li xwaringehên gel û tesîsên civakî dixebitin, bi awayekî birêkûpêk ji xwarinên hatine amadekirin nimûne tên girtin û bi baldarî tên kontrolkirin. Di ser nimûneyên hatine girtin re pêbawerî û lihevhatina xwarinan a li gorî standardan tê nirxandin, di heman demê de nirxên kaloriyê yên xwarinan jî tên diyarkirin. Bi vê sepanê tê armanckirin ku menuyên ji welatiyan re tên pêşkêşkirin, hem saxlem bin û hem jî li gorî pîvanên xwarina hevseng bin.

Kontrol dê bi awayekî birêkûpêk bidomin

Rayedarên Serokatiya Daîreya Tenduristiyê diyar kirin ku parastina tenduristiya gel berpirsiyariya wan a sereke ye û destnîşan kirin ku ji bo welatiyan bigihîjin xizmetên ewle, hîjyenîk û erzan, kontrol dê di demên birêkûpêk de bidomin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery