Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, dê "Meşa Rûmeta Astengdaran" li dar bixin. Ji bo balê bikişînin ser mafê jiyaneke wekhev, gihîştî û birûmet, bang li hemû welatiyan hate kirin ku beşdarî vê meşê bibin.
Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi piştgiriya şaredariyên Sûr, Rezan û Peyasê, "Meşa Rûmetê ya Astengdaran" tê lidarxistin. Meşa ku bi şîara "Jiyaneke birûmet mafê her kesî ye" tê birêvebirin, dê di 3’yê Gulana 2026’an, roja Yekşemê saet di 12.00’an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin dest pê bike û heta Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bidome.
Li Sumerparkê dê çalakî werin lidarxistin
Piştî meşê, dê li Sumerparkê "kursa azad" were avakirin da ku beşdar bikaribin fikrên xwe bînin ziman. Li vir astengdar, malbatên wan û nûnerên saziyên civakî dê pirsgirêk û daxwazên xwe parve bikin. Her wiha, ji bo derxistina pêş a ruhê piştevaniyê û jiyana bi hev re, dê çalakiyên curbecur jî werin lidarxistin.
Banga beşdariyê ji bo her kesî
Di daxuyaniyê de ku ji bo organîzasyonê hate dayîn; di serî de astengdar, malbatên wan, saziyên civakî, odeyên pîşeyî û partiyên siyasî, bang li hemû beşên civakê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku welatiyên astengdar di jiyana bajêr de bi têra xwe xuya nakin û ev yek pirsgirêkeke binyadî ye; lewma divê piştevaniya civakî were mezinkirin.
Hêjayî gotinê ye ku: Ji bo beşdarbûna meşê şerta "astengdarbûnê" nîn e. Ji bo piştgiriya mafê jiyaneke wekhev û birûmet, hemû welatî têne vexwendin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
