Konteynirên çopê yên çeşîda nû li qadan têne bicihkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya “Ez ji Amedê Hez Dikim, Wê Qirêj Nakim” de, ji navçeya Sûrê dest pê kir û li seranserê bajêr konteynirên çopê yên ji plastîka celebê nû belav dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî paqijtir û bijîntir, xebatên xwe yên paqijiyê li ser rêyên sereke bi awayekî rûtîn didomîne. Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo ku berhevkirina bermayiyan hêsantir û bileztir bibe, di konteynirên çopê de guhertinan dike.

Midûriyeta Şaxa Bermayiyên hişk, ji ber feydeyên mîna ergonomîkbûnê, aborîbûnê û nezeliqandina bermayiyan, dest bi bicihkirina konteynirên plastîk kir. Ji ber ku ev konteynir sivik in, barê ser milê xebatkaran jî dê kêm bibe. Ev xebat piştî Sûrê, dê bi rêzê li navçeyên Rezan, Bajarê Nû û Peyasê jî were meşandin.

Kampanyaya ‘Ez ji Amedê Hez Dikim, Wê Qirêj Nakim’ didome

Midûrê Şaxa Bermayiyên Hişk Mehmet Baran, der barê xebatan de diyar kir ku kampanyaya paqijiyê ya ku berê bi dirûşma “Ez ji Amedê Hez Dikim, Wê Qirêj Nakim” hatibû destpêkirin, bê navber didome.

‘Dê li her xala pêwîst were danîn’

Baran destnîşan kir ku ji ber demsala tûrîzmê û hatina bihar û havînê wan xebat ji Sûrê dest pê kiriye û wiha got:

“Li bajêr cara yekem e ku konteynirên plastîk têne bikaranîn. Sedema tercîha me ev e ku; ev konteynir estetîk in, qirêjiya dîtbarî çênakin, paqijtir dimînin, bakteriyan hilnagirin û bermayî pê ve nazeliqin.”

Baran her wiha diyar kir ku qutiyên çopê yên piçûk ên li ser peyarêyan jî têne nûkirin û tamîrkirin.

‘Divê gelê me xwedî derkeve’

Mehmet Baran bal kişand ser wê yekê ku ev konteynir malê her kesî ne û divê welatî xwedî li vî malê gelekî derkevin û wiha lê zêde kir:

“Divê agir û komirên firinan neavêjin nav van konteyniran. Daxwaza me ji gelê me ew e ku zirarê nedin van qutiyan. Her wiha em daxwaz dikin ku çopên xwe di nav poşetan de û di dema xwe de bavêjin nav konteyniran.”

Esnaf û welatî ji xebatan razî ne

Esnaf û welatiyên bajêr jî kêfxweşiya xwe ya der barê xebatên paqijiyê de anîn ziman:

Hecer Yaya (Esnaf): "Em wek esnaf ji van xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pir razî ne. Bi dil û can bala xwe didin paqijiyê."

Mehmet Han (Welatî): "Em ji şaredariyê razî ne. Di mijara paqijiyê de ez wan teqdîr dikim û spasiya wan dikim."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31