Festîvala Şanoyê ya Amedê di roja 10’emîn de ye

Berhemên navneteweyî yên ku di roja 10'emîn a 11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de hatin lîstin, bi şêwazên vegotinê yên cihêreng û performansên xurt, hêza hunerê ya veguherîner careke din nîşan da. Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja xwe ya 10’emîn de bi berhemên bandorker kêliyên jibîrnekirî bi temaşevanan da jiyandin. Atmosfera hunerî ya ku li bajêr belav bûye, bi lîstikên li ser dikê derket lûtkeyê.

The Letter (Name)

Dika Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, bû mazûvanê du berhemên girîng ên şanoya navneteweyî. Lîstika hunermendê Danîmarkî Paolo Nani ya bi navê “The Letter” ku bi salan e li ser dikên cîhanê rastî eleqeyeke mezin tê, bû yek ji performansên herî balkêş ên festîvalê. Ev lîstika ku ji sala 1992’an û vir ve li 43 welatan zêdetirî 1600 caran hatiye lîstin, ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve wekî "kult" û "klasîk" tê pênasekirin. Nani di performansa xwe de çîrokekê bi şêwazên cihêreng ji nû ve ava dike û bi vê yekê temaşevan hem kene wam anî û hem jî di nava heyretê de hiştin.

The Secret of the Sculpture (Sira Peyker)

Lîstika “The Secret of the Sculpture” a ku li ser heman dikê derket pêşberî temaşevanan, bi vegotina xwe ya ku xwezaya hunerê ya razdar dipirse bal kişand. Ev çîroka ku ji peywendiya kûr a peykersazekî û berhemên wî çêdibe, pirsên li ser çavkaniya afirandinê dipirse û temaşevanan vedixwîne deriyên cîhaneke nediyar. Performansa Osama Alhassan, Zaki Alnunu, Motaz Alabdullah û kadroya lîstikvanan a berfireh, atmosfera bandorker a lîstikê hîn xurttir kir.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31