Ciwanan li pêşeroja xwe ji devê pisporan guhdarî kir

Di panelê de ku ji aliyê Navenda Etudê ya Akademî Sûr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin; akademisyen, perwerdekar û pisporên ji pîşeyên cuda bi ciwanên namzedên zanîngehê re hatin cem hev. Axêveran bi parvekirina çîrokên jiyana xwe û ezmûnên xwe yên pîşeyî, hem bûn îlhama ciwanan hem jî rê nîşanî wan dan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, piştgiriya perwerdehiya belaş ji bo bi sedan xwendekaran didomîne. Akademî Lîseyên ku armanc dikin bi çalakiyên cuda yên ji derveyî perwerdehiya klasîk dersan bikin tiştekî kêfxweş û xwendekaran serkeftî bikin, di vê çarçoveyê de panela “Rê bide Pêşeroja Xwe” li dar xist.

Navenda Akademî Sûrê bi armanca ku nêrîneke piralî bide ciwanan, agahiyên teorîk bi pratîkê re bigihîne hev û hişmendiya pîşeyî ava bike, navên pispor ên qadên wan di Salona Konferansê ya Alî Emrî de bi xwendekarên ku amadehiya ezmûna zanîngehê dikin re anî cem hev.

Ciwan bi çîrokên serkeftinê re hatin cem hev

Di panelê de hat armanckirin ku xwendekar bi çîrokên serkeftinê yên ku ji erdnîgariya wan derketine re têkiliyê deynin. Bi vê yekê re, alkarî hat kirin ku ciwan pîşeyan ne tenê bi agahiyên teorîk, lê bi ezmûnên jiyana rast nas bikin. Di beşa hevpeyvînê ya bernameyê de, xwendekaran fersend dît ku rasterast bi axivêran re têkiliyê deynin.

‘Em dixwazin perwerdehiyeke biqalîte pêşkêşî ciwanan bikin’

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, di axaftina vekirina bernameyê de diyar kir ku di bingeha xebatên wan de armanca xurtkirina piştgiriya civakî û hesta hêviyê heye. Saman anî ziman ku ew dixwazin ji bilî pêşkêşkirina perwerdehiya biqalîte, kesên ku xizmeta civakê dikin jî bigihînin.

Cext li ser serkeftina akademîk û dîsîplînê hat kirin

Prof. Dr. Bahri Çakabay ê ku di panelê de axaftina yekem kir, bal kişand ser girîngiya xebata bi dîsîplîn di plansaziya kariyerê de. Çakabay destnîşan kir ku di hilbijartina pîşeyê de nêzîkatiya zanistî divê diyarber be û anî ziman ku bi taybetî pîşeya bijîşkiyê ne tenê aliyekî teknîkî, di heman demê de aliyekî wê yê mirovî û wijdanî yê xurt jî heye.

Zanyariyên berfireh li ser pîşeya mamostetiyê hatin dayîn

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim Sen) ya Şaxê Hejmar 2 a Diyarbekirê Serhat Kiliç jî behsa geşedana dîrokî ya pîşeya mamostetiyê kir û behsa zehmetiyên ku kedkarên perwerdehiyê pê re rû bi rû dimînin kir. Kiliç bal kişand ser rola mamostetiyê ya di veguhertina civakî de û agahiyên berfireh der barê pîşeyê de pêşkêşî xwendekaran kir.

‘Hilbijartina pîşeyê pêvajoyek e’

Mîmar Sevdet Açar, di axaftina xwe de ji pêvajoya perwerdehiya xwe mînak dan û bal kişand ku hilbijartina pîşeyê pir caran ne tiştekî kêliyekê ye, pêvajoyek e ku li ser demê belav dibe. Açar ezmûna xwe wiha parve kir: “Di destpêkê de min dixwest mîmarî bixwînim, lê ji ber ku min difikirî wê biha be, min endezyariya înşeatê tercîh kir. Piştre min hîn kir ku li zanîngehê derfeta beşa duyemîn heye û min mîmarî jî hilbijart. Wê çaxê min ev tişt fam kir: Bi rastî darazên wekî ‘ev pîşe baş e, ev xerab e’ ne girîng in. Hemû pîşe dema ku bi awayekî rast werin kirin û xizmeta civakê bikin, pir bi qîmet in.”

‘Nasnameya hiqûqnasiyê têkoşîneke cidî dixwaze’

Parêzer Serap Yigit Erkuş, behsa zehmetiyên pîşeya hiquqê kir. Erkuş got: “Nasnameya hiquqnasiyê têkoşîneke cidî dixwaze. Heke hûn li vê herêmê dijîn, ev têkoşîn hîn zêdetir dibe. Ez wekî jin, wekî dayik û wekî Kurdekê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mam. Ez neçar mam ku hem li dijî nezelaliyên pîşeyî hem jî li dijî cudakariya civakî têbikoshim. Lê tevî van hemûyan min pîşeya xwe domand.”

‘Nabe ku nirxa perwerdehiya zanîngehê kêm were dîtin’

Berpirsê Têkiliyên Derve û Dîplomasiyê yê DBB’ê Servan Baran, diyar kir ku gelek tiştên ku di çavê xwendekaran de dijwar xuya dikin, bi kedê dikarin werin derbaskirin. Baran ev îfade bi kar anîn: “Dema mirov dest pê dike her tişt dijwar tê xuya kirin, lê her ku hûn kedê didin hûn dibînin ku ew qas ne dijwar e. Di salên dawî de em dibînin ku perwerdehiya zanîngehê bêqîmet nîşan didin. Divê hûn qet guh nedin gotinên wekî ‘Te ew qas xwend çi bû?’.”

‘Ya girîng pîşeya li gorî we ye’

Pisporê Psîkyatrî û Psîkoterapîst Uzm. Dr. Azad Gunderci jî bi nêrîneke psîkolojîk nêzî hilbijartina pîşeyê bû û hişyariyên girîng dan. Gunderci got: “Em dikarin hilbijartina pîşeyê bi avakirina xaniyekê bişibînin. Ji bo ku xanî saxlem be, divê bingeha wî xurt be. Li vir bingeh, hilbijartina pîşeya li gorî kesayetiya we ye. Heke hûn pîşeyekî ku ne li gorî kesayetî, jêhatîbûn û cîhana we ya ruhanî be hilbijêrin, di dawiyê de hûn ê bilerizin û bêzâr bibin.”

Bername, piştî beşa pirs û bersivan ku xwendekar bi awayekî çalak beşdar bûn, bi dayîna plaketan ji axêveran re bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31