Li Amedê ji bo xwendekaran perwerdeya afatê û tatbîqata şewatê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên perwerdehî û tatbîqatê yên li dijî afatan di dibistanan de didomîne. Li Lîseya Anadolu ya Rekabet Kuruluyê ji bo mamoste û xwendekaran perwerdeya hişmendiya afatê û vemirandina şewatê hat dayîn û tatbîqateke pratîkî hat kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên amadekariyê de ku ji bo têkoşîna bandor a li dijî afatan mijareke herî krîtîk e, xebatên xwe yên ji bo xurtkirina kapasîteya saziyê didomîne. Di vê çarçoveyê de, Serokatiya Daîreya Karên Afatê û Birêvebirina Rîskê ya DBB’ê, bi hevkariya tîmên MEB AKUB ên ser bi Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve bernameyeke girîng a perwerdeyê pêk anî.

Di bernameyê de ku li Lîseya Anadolu ya Rekabet Kuruluyê hat lidarxistin, mamoste û xwendekar bi armanca hişmendiya li dijî afatan di pêvajoyeke berfireh a perwerdehiyê re derbas bûn. Di perwerdehiyan de, şêwazên tevgerê yên rast di dema afatê de, kêmkirina rîskan û girîngiya koordînasyona di demên krîzê de hatin nirxandin.

Di çarçoveya bernameyê de her wiha perwerdeya vemirandina şewatê jî hat dayîn. Beşdaran piştî agahiyên teorîk, fersend dîtin ku bi awayekî pratîkî rêbazên mudaxelekirina şewatê biceribînin. Bi tatbîqata vemirandina şewatê re, xwendekar û mamoste hîn bûn ku di rewşeke gengaz a şewatê de divê li qadê çawa tevbigerin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31