Ji bo xizmetên civakî tora koordînasyonê xurt dibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku xizmetên civakî bide berfirehkirin, wekhev û hêsan bike, bi şaredariyên navçeyan re civîna duyemîn a Tora Koordînasyona Xizmeta Civakî pêk anî. Bi gava binesaziya daneyên hevpar, hevkariya saziyan û perwerdehiya pîşeyî; hat biryardan ku xebatên gihîştina bi lez, adil û bibandor a ji bo welatiyên hewcedar, bi hişmendiyeke hevpar û bê navber were domandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên hevkariyê yên ku bi armanca gihîştina her welatiyekî ya bi xizmeteke civakî ya wekhev, hêsan û biqalîte dabû destpêkirin, mezin dike. Di vê çarçoveyê de, ji bo mekanîzmayên piştgiriya civakî ya li bajêr bikêrhatî bibin û rasterast dest bidin her kesê hewcedar; bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û bi beşdariya yekîneyên peywendîdar ên şaredariyên navçeyên Rezan (Baglar), Sûr, Bajarê Nû (Yenişehir) û Peyasê (Kayapinar), civîna duyemîn a Tora Koordînasyona Xizmeta Civakî hat kirin.

Di civînê de, biryar û gavên ku ji civîna yekem û vir ve hatine avêtin bi kîtekît hatin nirxandin. Daneyên rojane yên der barê alîkariyên civakî yên li seranserê bajêr, xebatên ji bo geşedana tendurist a zarokan û têkoşîna li dijî tîryakê (madeyên hişbir) hatin parvekirin.

Binesaziya daneyan dê were avakirin

Nexasim mijarên wekî hewcedariyên xebatkarên ku li qadê xizmetê dikin, xurtkirina kapasîteya saziyan û avakirina binesaziyeke hevpar a daneyan hatin gotûbêjkirin. Bi lezkirina herikîna agahiyan a di navbera saziyan de, tê armanckirin ku rê li ber dayîna xizmetên dubare ya ji bo heman kesan were girtin û piştgirî bi awayekî adil bigihîjin malên herî hewcedar.

Bi perwerdehiyên pîşeyî dê kalîteya xizmetê zêde bibe

Yek ji xalên herî girîng ên rojeva civînê jî piştgirîkirina çavkaniyên mirovî bû. Hat biryardan ku ji bo xebatkarên pîşeyî yên di qada xizmeta civakî de dixebitin, bernameyên nû yên perwerdehiyê werin destpêkirin. Bi perwerdehiyên lêkolîna civakî û raporkirinê, dê hem profesyoneliya pêvajoyan zêde bibe, hem jî xebatên parastin û piştgiriyê yên nexasim ji bo zarokan, di bin banekî de û bi nêrîneke hevpar werin meşandin.

Tora Koordînasyona Xizmeta Civakî ya ku bi armanca pêkanîna avahiyeke domdar, lihevhatî û giştî hatiye avakirin, dê di pêvajoya li pêşiya me de jî bi awayekî birêkûpêk bicive û ji bo xurtkirina tevna civakî ya bajêr hilberandina çareseriyan bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31