Di çarçoveya "Modela Budçeya Beşdar a Rezanê" de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê (Baglar) li Taxa Habeşiyê dane destpêkirin, 19 daxwazên welatiyan dê pêşkêşî dengdayîna gel bêne kirin. Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku daxwazên welatiyan bi pergalî têne komkirin û nexşerêya xebatên ku dê di vî warî de werin kirin her ku diçe zelaltir dibe.
Hevdîtinên li Taxa Habeşiyê ku bi dirûşma “Bajarê Te, Budçeya Te, Biryara Te” û li gorî feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk têne birêvebirin, berdewam dikin. Tevî Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak; Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Serhat Eren, endamên meclîsê, nûnerên saziyan û niştecihên taxê beşdarî hevdîtinê bûn.
Hevdîtin bi çalakiyên cihêreng dest pê kir
Hevdîtina ku armanca wê beşdariya rasterast a welatiyan a di rêveberiya bajêr de ye, bi konserê dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyê de ji bo zarokan rengandina rû, futbol, basketbol, tenîsa masê û trambolîn hatin organîzekirin. Zarokan li qada taybet a hatî amadekirin bi dilê xwe lîstin û kêf kirin.
‘Em ji bo her cure xebatan amade ne’
Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik diyar kirin ku di hevdîtina sêyemîn de jî ew bi welatiyan re hatine cem hev û dê mafê axaftinê dîsa bidin gel. Wan destnîşan kir ku ew ê li ser projeyên ku welatiyan diyar kirine nirxandinan bikin û gotin ku li gel gel bûn hêzê dide wan û ew amade ne li gorî daxwazên gel her karî bikin.
Hevşaredar Bucak: Nexşerêya karên ku bên kirin zelal dibe
Hevşaredar Serra Bucak jî anî ziman ku hevdîtin her hefte qelebalixtir dibin û daxwazên welatiyan bi awayekî birêkûpêk têne komkirin. Bucak diyar kir ku wan li gorî pêdiviyên lezgîn xebatên xwe lezandine, hejmara konteyniran zêde kirine lê ji ber ku qada heyî têra nake, dê konteynirên nû jî werin bicihkirin.
‘Çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê pêşîtiya me ye’
Bucak bal kişand ser pirsgirêkên binesaziyê û kanalîzasyonê yên li herêmê û got: “Binesazî, kanalîzasyon, avên pengirî, golet... Me têkildarî van hemûyan nivîsên fermî şandin. Karên ku dikevin ser milê me berdewam dikin û em ê bi lez biqedînin. Derbarê mijarên ku ne di destê me de ne jî me bi saziyên din re hevdîtin û nivîsandin kirin. Em li cem we ne, em li vir in.”
Gel derbarê xebatan de hat agahdarkirin
Di hevdîtinê de welatiyên ku derketin ser dikê daxwazên xwe nû kirin. Her wiha agahî hatin dayîn ka xebatên berê di çi astê de ne û sedemên daxwazên ku nehatine bicihanîn ji gel re hatin ravekirin.
19 daxwaz dê pêşkêşî dengdayîna gel bêne kirin
Pêşniyarên ku ji aliyê gel ve hatibûn pêşkêşkirin, hatin komkirin û di bin 19 sernavan de bûn yek. Projeyên wekî:
Pirtûkxane, Navenda Jiyanê ya Jinan, Navenda Çand û Hunerê, qada bêhnvedanê ya ji bo teqawîtan, kreş, kompleksa werzîşê ya ciwanan, navenda teknolojiyê, qadên lîstika zarokan, hewza avjeniyê, navenda fêrbûna pîşeyî, navenda jiyanê ya astengdaran, koperatîfa jinan û atolyeyên hilberînê, park û qadên hêşîn, mala şînê, kursa Quranê, malên tenûrê, firina nanê gel, parka jiyanê ya jinan, malên pisîk, kûçik û çivîkan û navenda tenduristiyê.
Ev proje dê di navbera 10-15’ê Gulanê de pêşkêşî dengê gel bêne kirin. Niştecîhên taxê dê karibin li ser sindoqan, bi ser înternetê û bi rêya QR kodê dengê xwe bidin. Piştî dengdanê, 3 projeyên ku herî zêde deng girtine dê werin çêkirin.
Werger: Omer Dilsoz
