Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, beşdarî hevdîtina ku beriya pêşbirka Mardinspor–Mûşsporê hatibû lidarxistin bûn.
Amed, îro dê mazuvaniya yek ji pêşbirkên girîng ên futbolê ya herêmê bike. Di fînala play-off a Koma Sor a Lîga 2'yemîn a TFF'ê de, Mardinspor û Mûşspor dê saet di 17.00'an de li Stadyuma Amedê werin pêşberî hev.
Beriya vê têkoşîna krîtîk, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hevdîtinek hat lidarxistin. Ji bilî Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin; Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm di şûna wî de hatibû wezîfedarkirin, parlamenter, hevşaredarên navçe û bajaran, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî beşdarî hevdîtinê bûn.
Li axaftinên ku di hevdîtinê de hatin kirinhat destnîşankirin ku divê werzîş bi zimanê aştî û biratiyê bibe yek. Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku werzîş qadeke wisa ye ku piştgiriya civakî mezin dike û bang li alîgir û raya giştî kirin ku bi hişmendî tevbigerin.
Di çalakiyê de daxwaza ku pêşbirk bi awayekî camêrane derbas bibe hat ziman û ji bo her du tîman jî serkeftin hat xwestin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
