Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna gel de ku li Taxa Arwalî ya herêma Qerejdaxê hat lidarxistin, bi welatiyan re hat bal hev û daxwazên wan guhdar kir. Hevşaredar Bucak bal kişand ser piştgirî, çareseriya hevpar û pêvajoya aştiyê û got: “Em ê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”
Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, bi armanca ku welatî daxwaz, pêşniyar û dîtinên xwe rasterast bigihînin rêveberiya şaredariyê, civînên gel didomîne. Di vê çarçoveyê de li Taxa Arwalî ya navçeya Rezanê (Baglar) ku li herêma Qerejdaxê ye û debara xwe bi sewalkariyê dikin, civîna gel hat pêkanîn.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelik, endamên meclîsê, serokên daîreyan û yekîneyên têkildar beşdarî civînê bûn û rastî eleqeyeke mezin a taxiyan hatin.
Di civînê de Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelik pêşî Roja Dayikan pîroz kir û ji bo beşdariya wan spasiya welatiyan kir.
Hevşaredar Bucak: Em hatin ku guh bidin welatiyên xwe
Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku ew dixwazin guh bidin pirsgirêkên gund û gundên derdorê. Bucak destnîşan kir ku ew dixwazin bi Şaredariya Rezanê re gav bi gav pirsgirêkan çareser bikin û wiha got:
“Em li vir in; em bi hev re civak in, bi hev re gel in. Gelê Kurd demeke dirêj li ber xwe da, têkoşînên mezin da. Di riya azadiyê de têkoşîneke mezin meşand. Em baş dizanin ku hûn jî parçeyekî vê têkoşînê ne. Niha pêvajoyek heye û ev pêvajo bi awayekî erênî pêş ve diçe. Ev pêvajoyeke aştiyê ye û divê em piştgiriyê bidinê. Ji ber ku ev pêvajo ji bo me gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke pir girîng e. Divê em jî xebatên xwe di vê çarçoveyê de pêş bixin.”
‘Yekîne dê bi pirsgirêkan re eleqedar bibin’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku yekîneyên têkildar ên şaredariyê dê bi pirsgirêkan re eleqedar bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Her wiha em dixwazin li vir bi jinan re jî civînekê pêk bînin. Bi taybetî em dixwazin jin werin bal hev. Di heman demê de ji bo ciwan, zarok û hemû civakê jî daxwazên me wek hev in. Em dixwazin pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”
Daxwazên welatiyan
Welatiyên li taxê dijîn daxwazên xwe yên derbarê mala şînê, av, sondaj, veguhestin û kanalîzasyonê anîn ziman û ji ber serdanê spasiya şaredariyê kirin. Welatiyan her wiha daxwaz kirin ku şaredarî bêtir giranî bidin gundan, li gundan bi zimanê dayikê xebat werin kirin û mast, birinc û penêrê Qerejdaxê were nasandin.
Welatiyan diyar kirin ku li taxê gelek gundik (mezre) hene û ji ber zivistanê rê xera bûne, lewma xwestin ku rêyên zozanan werin çêkirin û nûkirin.
Hejmara otobusan dê were zêdekirin
Hevşaredaran hemû daxwaz not kirin û diyar kirin ku li gorî derfetên şaredariyê ew ê piştgiriyê bidin xebatan. Hevşaredar Bucak her wiha got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhestinê ya taxê, ew ê hejmara otobusan zêde bikin.
Xebatên çêkirin û temîrkirina rêyan berdewam dikin
Serokê Daîreya Çêkirin û Temîrkirina Rêyan Burhan Kayan jî ragihand ku li herêma Rezanê xebatên rêyên du komî berdewam dikin, nêzî 1500 ton asfalt hatiye rijandin û heta Cejna Qurbanê dê bernameya pîneqîrkirina rêyên xirabe bi dawî bibe. Kayan got ku xebat bi lez û bez didomin.
Werger: Omer Dilsoz
