Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di Fînala Play-Offê ya Lîga 2yemîn de pêşbirka ku Mûşspor û Mardin 1969 Spor hatin pêşberî hev, ji stadyumê şopand. Di pêşbirka ku bû qada hevrikiyeke mezin de, Mardinsporê 2-1 qezenc kir û derket Lîga 1emîn.
Di Fînala Play-Offê ya Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, Mûşspor û Mardinspor li Stadyuma Diyarbekirê hatin pêşberî hev. Di lîstika ku rastî eleqeyeke zêde ya alîgiran hatî de, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî ji tribûnê temaşe kir.
Pêşbirka ku bi heyecaneke mezin derbas bû; her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm hatibû tayînkirin şûna wî, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, hevşaredarên navçe û bajaran, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan û Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu jî şopandin.
Di fînala ku bû qada heyecaneke mezin de, Mardinsporê bi encama 2-1 Mûşspor têk bir û bû tîmê ku derket Lîga 1emîn a TFF’yê.
Werger: Omer Dilsoz
Â
