Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû ya ku ji aliyê Meclîsa Dayikên Aştiyê ve bi boneya Roja Dayikan hate lidarxistin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji ber Roja Dayikan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyek çapemeniyê pêk anî. Digel Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak; Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û gelek Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Dayikên Aştiyê yên ku ji bo Roja Dayikan hatin cem hev, bal kişandin ser civaka demokratîk û jiyana hevbeş; her wiha daxwaza xwe ya ji bo çareserî û aştiyeke mayînde anîn ziman.
Werger: Omer Dilsoz
Â
