Di bezê de ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li dar xist, bal bo ser parastina kurdî hate kişandin.
Çalakiya bezê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, Midûriyeta Şaxê ya Parastin û Pêşxistina Zimên ve di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hate organîzekirin, li bajêr bû sedema dîmenên rengîn. Di çalakiyê de ku endamên Meclîsa DBB’ê, serokên daîreyan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî beşdar bûn, ji welatiyên beşdarî bezê bûn re şewqe, tîşort û nimreyên sîngê hatin dayîn. Di çalakiya ku li Sumerparkê destpêkirî de, welatî bi muzîka kurdî gihîştin hev û bi govendan Cejna Ziman pîroz kirin.
Gelek welatiyên beşdarî çalakiyê bûn, bal kişandin ser girîngiya parastina kurdî û bikaranîna wê ya zêdetir di hemû qadên jiyanê de. Kêfxweşiya li qadê, beriya çalakiyê bi govend û dirûşmên beşdaran hîn zêdetir bû.
‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin’
Di çarçoveya bernameyê de Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş axivî û diyar kir ku parastina zimanê kurdî berpirsiyariyeke civakî ye. Yaş got: “Bêguman em bi zarokên xwe serbilind in. Em bi dayikên xwe serbilind in. Paşeroja me bi zimanê dayikê yê zarokên me dê hîn bihêztir bibe. Îro bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê, ez du rojan bi hev re pîroz dikim. Hem Cejna Zimanê Kurdî hem jî Roja Dayikan... Zimanê me yek ji zimanên herî bihêz ên cîhanê ye. Em xwedî li zimanê xwe derkevin, bila bibe zimanê perwerdeyê.”
Yaş bal kişand ser girîngiya bikaranîna kurdî ya çalak di jiyana rojane de, her wiha Roja Dayikan jî pîroz kir û bal kişand ser rola dayikan a di veguhastina ziman a ji nifşekî bo nifşê din.
Bezîn pêk hat
Piştî axaftinê starta bezê hate dayîn. Beza ku ji Sumerparkê dest pê kirî, li Meydana Deriyê Çiyê bi dawî bû.
Pîrozbahî bi nîşandana lîstikên gelêrî ya koma ku di bin banê Navenda Çanda Dicle Firatê de xebatên xwe dimeşîne berdewam kir.
Di dawiya çalakiyê de plaket û madalya dan pêşbazên ku di bezê de ketin rêzê.
Werger: Omer Dilsoz
