Hevşaredar Hatun: Rêveberiya herêmî ya demokratîk bi beşdariya gel pêkan e

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî çalakiyên ji bo Fikri Sonmez li navçeya Fatsa ya Orduyê hatin lidarxistin bû. Hatun diyar kir ku têgihîştina rêveberiya herêmî ya demokratîk bi beşdariya rasterast a gel a di pêvajoyên biryardanê de pêkan e û got: "Tiştê ku ne ji bo gel be ne veberhênan e û wateyekê li paşeroja bajarekî zêde nake."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li navçeya Fatsa ya Orduyê beşdarî çalakiyên bi sernavê “Ezmûnên demokrasiya herêmî, têkoşîna ekolojiyê, têgihîştina şaredariya gelparêz û piştgiriya civakî” bû. Çalakî ji aliyê Weqfa Lêkolîn û Geşepêdana Rêveberiyên Herêmî ya Fikri Sonmez ve di 9-10’ê Gulanê de hatin organîzekirin. Tevî Hevşaredar Hatun, Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahim Akin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdar bûn. Di çarçoveya bernameyê de, Dogan Hatun û beşdaran serdana gora Fikri Sonmez a li gundê Kabakdagiyê kirin. Hevşaredar Hatun, formeya Amedsporê diyarî Serokê Weqfa Fikri Sonmez Feridun Haşim Cevahir kir.

Hevşaredar Hatun: Tiştê ku ne ji bo gel be wateyê nade paşeroja bajêr

Hevşaredar Dogan Hatun di foruma bi sernavê "Madenkariya hov û hilweşîna ekolojîk" de axivî û bal kişand ser rêveberiya herêmî ya demokratîk. Hatun wiha got:

“Li Amedê piştî erdhejê li Habeşî bajarekî nû ava bû. Bi têgihîştina rêveberiya herêmî ya demokratîk, em wek Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê (Baglar) li taxa Habeşiyê bi plansaziya budçeya beşdar, wekî komîteyekê xwe bi rêxistin dikin. Me li wir navendek ava kir ku mehekê bê şert û merc, daxwazên her kesî, ji zarokên 7 salî heta kalên 70 salî tomar dike. Em jî wek hevşaredar û nûnerên siyasî, hefteyê rojekê diçin wir û guhdariya wan dikin. Di encamê de, projeyên ku gel pêşniyar kirine an jî wek kêm dîtine, em ê bi hev re bi rakirina destan hilbijêrin û dest pê bikin; tam mîna heşt komîteyên Fikri Sonmez. Ango em wek Amed, Fikri Sonmez ji xwe re dikin esas. Fikra ku ji bo gel e û gelparêz e, fikra her kesî ye û em vê hişmendiyê dişopînin. Heke em daxwaz û hewcedariyên gel bi gel re ava bikin, hingê em dibin şaredariyeke gelparêz.”

Ezmûnên rêveberiya herêmî

Di roja duyemîn a çalakiyan de, li Qesra Çandê ya Şaredariya Fatsayê panela bi sernavê “Ji Fatsayê heta îro ezmûnên rêveberiya herêmî û têkoşîna demokrasiya herêmî ya îro” hat lidarxistin.

Hatun: Serdemên Sonmez û Solmaz derketineke demokratîk in

Hatun di panelê de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya ezmûnên şaredariya gelparêz a li Tirkiyeyê û got ku serdemên Fikri Sonmez, Edip Solmaz û Mehdi Zana vîna gel a ji bo birêvebirina xwe nîşan dane. Hatun diyar kir ku ev ezmûn li dijî avahiya siyasî ya ku bersivê nade pêdiviyên civakê derketineke demokratîk bûn û lewma ezmûna Fatsayê bû hedef.

‘Qeyûman gel ji şaredariyan qut kir’

Hevşaredar Hatun derbarê polîtîkayên qeyûman de jî got ku ev polîtîka ne tenê rêveberiyên şaredariyan, lê têkiliya civakê ya bi saziyên giştî re jî guhertiye. Hatun anî ziman ku di serdemên qeyûman de şaredarî ji gel hatine qutkirin û got: "Saziyên ku divê xizmetê ji gel re bikin, bûn cihên wisa ku gel nedigirtin hundirê avahiyê."

Mînakên Şaredariya Rezanê (Baglar) û biryara gel

Hatun da zanîn ku Şaredariya Rezanê ya ku berê bi pêkanînên demokratîk dihat naskirin, di dema qeyûman de rastî xerabûneke mezin hatiye. Hatun her wiha bal kişand ser pirsgirêkên binesazî û trafîkê yên Amedê û diyar kir ku di her xebatê de nêrîna gel ji bo wan bingehek e û divê di pêvajoyên biryardanê de gel rasterast bibe xwedî gotin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery