Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî hat vekirin

Di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin pêşangehek hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên 32 hunermendan ên li ser mijarên bîra civakî, aştî, azadî, xweza û nasnameyê hatin nîşandan. Di vekirina pêşangehê de ku Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdar bûn, bal kişandin ser rola hunerê ya di avakirina aştiya civakî de.

Bi mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê Foruma Aştî û Azadiya Civakî de "Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî" hat lidarxistin. Ji bo vekirina pêşangehê ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat; Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav, Parêzgarê Duhokê Elî Teter, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengiz Çandar, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgin Tanrikulu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, akademisyen û hunermend beşdar bûn.

Pêşangeh tevkariyê li bîra civakî dike

Koordînatorên pêşangehê Neşe Toprak û Ercan Altuntaş di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kirin ku di pêşangehê de ku berhemên 32 hunermendan lê hene, mijarên wekî bedena jinê, cografya, xweza, ziman û bîra civakî hatine xebitandin. Koordînatoran destnîşan kir ku ev xebatên li ser bingeha çand, aştî û şer hatine amadekirin, armanc dikin ku bi rêya hunerê beşdariyê li bîra civakî bikin.

Di pêşangehê de enstalasyona ‘Li Ser Kevirên Lihevhatî’

Hevşaredaran di serî de enstalasyona hunermend Funda Coşkun a bi navê "Li Ser Kevirên Lihevhatî" ziyaret kirin. Di berhemê de bi rêya metafora kevirî mijarên aştiya civakî, aîdiyet û azadiyê tên girtin; kevirên bi maskeyan hatine girtin jî sînordarkirina nasnameyên kesan nîşan didin. Ev xebat balê dikişîne ser qadeke jiyana hevpar ku cudahî dikarin tê de bi hev re bijîn.

Hevşaredar piştî vekirinê li pêşangehê geriyan û bi hunermendan re sohbet kirin.

Pêşangeh dê heta 15’ê Gulanê ji bo ziyaretvanan vekirî bibe.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31