Foruma Aştî û Azadiya Civakî bi peyamên çareseriyê dest pê kir

Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, bi beşdariya berfireh a siyasetmedar, rêveberên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên navneteweyî dest pê kir. Di forumê de dema ku civakîbûna aştiyê, çareseriya demokratîk, rola rêveberiyên herêmî û çareseriya hiqûqî ya pirsgrêka Kurd dihatin nîqaşkirin; polîtîkayên qeyûm, jiyana hevbeş, demokrasiya herêmî û civaka demokratîk derketin pêş. Her wiha di forumê de peyama ku Amed "navnîşana aştiya mayinde û birûmet e" hat dayîn.

Merasîma vekirina Forumê li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin û wê heta 16ê Gulanê berdewam bike. Di vekirinê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, siyasetmedar Veysi Aktaş, şaredarên ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav, Parêzgarê Dihokê Elî Teter, hevşaredarên navçeyan, parlamenter û gelek kes amade bûn.

‘Em kêfxweş in ku em bi hev re dikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di bernameya vekirinê de axivî û diyar kir ku ew bi vekirina forumê ya bi hev re pir kêfxweş in. Bucak spasiya hemû beşdaran kir û got ku wek Şaredariya Bajarê Mezin armanca wan ew e ku beşdarî aştiya civakî bibin û ji herêmê ve dengê xwe bidin pêvajoya avakirina civaka demokratîk.

Bucak wiha berdewam kir: “Em spasiya we dikin ku we piştgirî da vê hewildana me. Em jî wek we bi heyecan li benda encamên forumê ne. Em dixwazin ev piştevanî daîmî be. Hevalên hêja, me du sal li pey xwe hîştin. Şaredariyên me yên ku qeyûm lê hatin tayînkirin hebûn. Em vê pêvajoya aştiyê di heman demê de wekî vekişandina qeyûman û vegera şaredarên hilbijartî dibînin û em vê yekê daxwaz dikin.”

Peyama Demîrtaş û Mizrakli

Piştî axaftinan, peyama siyasetmedarê girtî Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin Selçuk Mizrakli hat xwendin. Di peyamê de hat gotin: “Em hêvî dikin ev civîna bi nirx a bi navê Foruma Aştî û Azadiya Civakî bi serkeftî derbas bibe. Em bawer dikin ku ev nîqaş wê ronahiyê bide derketina ji hilweşîna siyasî û civakî. Em silavên xwe yên ji dil dişînin û hêvî dikin ku di siberojeke azad de bigihêjin hev.”

‘Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî da zanîn ku ew bi salan e ji bo rawestandina xwînê û dabînkirina aştiyê têdikoşin û banga têkoşîna hevpar kir.

Peyama Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Yildiz

Peyama Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî hat xwendin. Di peyamê de hat diyarkirin ku aştiya mayinde bi demokrasiyeke tam, wekheviya welatîbûnê û zelaliyê pêkan e û hêviya serkeftinê ji forumê re xwest.

‘Pêvajo ji bo çareseriya pirsgirêkê fersendek e’

Parêzgarê Dihokê Elî Teter bal kişand ser girîngiya diyalogê û peyama biratiyê da. Piştî peyama vîdyoyî ya Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Ehmed, siyasetmedar Veysi Aktaş axivî û got ku pirsgrêka Kurd bi polîtîkayên tunekirinê nayê çareserkirin; tenê li ser bingeha hiqûq û demokrasiyê dikare were çareserkirin.

Ozel: Partiya me ji bo çareseriyê berpirsiyarî girtiye ser xwe

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di peyama xwe de bal kişand ku ev salek e li Amedê û herêmê çek bêdeng bûne û got: “Partiya me tevî hemû zextên îktîdarê, ji bo çareseriyê berpirsiyarî girtiye ser xwe û wê berdewam bike.”

‘Rêya aştiya mayinde di Amedê re derbas dibe’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Amedê cara yekem e tiştekî wisa tê kirin û got: “Ev forum di qonaxeke krîtîk de tê lidarxistin. Rêya aştiyeke birûmet û mayinde di Amedê re derbas dibe. Ev vîn dema ku bi perspektîfa çareseriyê ya Enqereyê re bibe yek, wê hemû pirsgrêkan çareser bike. Gelên vê cografyayê vê yekê heq dikin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery