Şandeya rêxistina mafan a Katalan CIEMENê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û bi Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun re li ser mafên ziman hevdîtinek pêk anî.
Şandeya rêxistina mafan a Katalan CIEMENê (Centre Internacional Escarré per a les Minories Ètniques i les Nacions) ku navenda wê li Katalonyayê ye û li ser mafên ziman xebatan dimeşîne, ji bo tevlibûna Foruma Aştî û Azadiya Civakî hat bajarê me û serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Şandeya ku Serokê CIEMENê David Minoves, Dîrektor Jordi Garrell û Berpirsê Hevkariyê Arnau Piqué tê de cih girtin, ji aliyê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de li ser têkoşîna ziman a gelên Katalan û Kurd nirxandinên dualî hatin kirin.
Di serdanê de li ser rewşa heyî ya têkoşîna ziman, ka ev têkoşîn çawa dikare bibe hevpar û li ser pêşxistina îmkanên piştevaniyê nêrîn û raman hatin pevguhartin.
Her wiha di hevdîtinê de li ser Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku bi mêvandarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin jî nirxandin hatin kirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
