Hunermendên ku dê di konsera “Dengên Bîrê: Di Muzîka Kurd, Bask û Kalabriyayê de Şîn, Berxwedan û Hêvî” de derkevin ser dikê û beşdarên panela “Avakirina Zimanê Aştiyê bi Hunerê”, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin û bi Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun re hatin cem hev. Ev çalakî di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de tê lidarxistin.
Hunermendên ku dê di konsera “Dengên Bîrê: Di Muzîka Kurd, Bask û Kalabriyayê de Şîn, Berxwedan û Hêvî” de sahne bigirin û beşdarên panela “Avakirina Zimanê Aştiyê bi Hunerê: Astengî, Derfet û Xeyal” ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê organîzekirin de cih digirin, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
Di serdanê de ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat, hunermendan bi Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de, li ser serboriyên muzîka kevneşopî ya herêmên cuda, hafizeya gelan, êş, ezmûnên berxwedanê û lêgerînên hêvîdar nirxandin hatin kirin.
Hunermend Suna Alan, Serdar Canan, Edward Emery, Danilo Gatto, Domenico Corapi, Francesco Loccisano, La Basu, Nerea Quincoces Ochoa, Guiseppe Pizzimenti û panelîst lîstikvana şanoyê Rûgeş, Doç. Dr. Sureyya Karacabey, Ezel Akay û Şêrko Kanîwar beşdarî serdanê bûn.
Di hevdîtinê de bal kişandin ser rola muzîkê ya di zindîhiştina bîra civakî de û hate destnîşankirin ku piştgiriya çandî, hesta aştî û jiyana hevpar a di navbera gelan de xurt dike. Hevşaredaran diyar kirin ku ew bi mazuvaniya hunermendan a li Amedê pir kêfxweş in û destnîşan kirin ku çand û huner di avakirina aştiya civakî de xwedî cihekî girîng e.
Werger: Omer Dilsoz
