Di panela “Avakirina Zimanê Aştiyê bi Hunerê” de ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hate lidarxistin, hunermendan bal kişandin ser wê yekê ku şer ne tenê bajaran, di heman demê de hafizeya civakî jî wêran dikin. Hunermendan destnîşan kir ku huner di avakirina aştiyê de xwedî hêza şahidî, bîranîn û ji nû ve avakirina jiyana hevpar e.
Panela “Avakirina Zimanê Aştiyê bi Hunerê: Astengî, Derfet û Xeyal” ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de bi mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate organîzekirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî birêve çû. Moderatoriya panelê lîstikvan Rûgeş Kirici kir, her weha wekî axaftvan Doç. Dr. Sureyya Karacabey, derhêner Ezel Akay û Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar cih girtin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya DEM Partîyê Tulay Hatimogulları, Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Gulşen Ozer, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerin Turk û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî panelê bûn.
‘Veguherîna ziman ji bo aştiyê girîng e’
Derhêner û senaryonûs Ezel Akay ê ku di panelê de axivî, diyar kir ku ji bo avakirina aştiyê divê xeyalên hevpar ên derbarê paşerojê de werin avakirin û weha got: “Heke em li welatekî ku aştî tê de pir bi zehmetî pêk tê aştiyê bixwazin, divê em gelek projeyên paşerojê çêkin.” Akay da zanîn ku berhemên hunerî gavên ber bi paşerojê ve ne û anî ziman ku veguherîna ziman jî ji bo aştiyê girîng e. Akay destnîşan kir ku ew li şûna têgîna “bi hev re” peyva “bihevrabûn” tercîh dike û weha axivî: “Pêkvebûn, pişta xwe dan hev diyar dike. Helwesteke hevpar a li dijî xetereyên ku ji derve tên vedibêje.”
‘Huner rastiyên civakî xuya dike’
Doç. Dr. Sureyya Karacabey jî bal kişand ser wê yekê ku huner qadeke girîng e ku hafizeya civakî hildigire. Karacabey şanoyê wekî “laboratuvara bîrê” pênase kir û got ku berpirsiyariya hunerê heye ku rastiyên civakî berçav bike. Karacabey anî ziman ku pergalên siyasî û aborî yên li cîhanê pevçûnan bi berdewamî ji nû ve hildiberînin û weha got: “Di wateya rastîn de aştî îro hema hema wekî nemimkûn xuya dike. Lê tevî van hemûyan jî, heta ku xeyala guhertina cîhanê berdewam bike, paşeroj hîn jî wekî derfetekê li pêşiya me ye.”
‘Huner şahidî ye, hafize ye’
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar jî di axaftina xwe de behsa têkiliya muzîk, huner û aştiyê kir. Kanîwar diyar kir ku huner ne tenê hilberîna estetîkê ye û weha got: “Hinek caran stranek dikare bi tenê tiştê ku siyasetmedarek an nivîsek dirêj nikare rave bike, bide fêmkirin.” Kanîwar bal kişand ku muzîk amûreke bihêz e ku hafızeya civakî hildigire û diyar kir ku şer ne tenê bajaran, hafıze û hesta jiyana hevpar jî hilweşînin. Kanîwar anî ziman ku huner di vê xalê de dikeve dewrê û weha axivî: “Huner ne tenê afirandina tiştekî xweş e. Huner di heman demê de şahidî ye, hafize ye, bîranîn e û gihandina dengê kesên ku hatine bêdengkirin e.”
Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
