Hevşaredaran Cejna Qurbanê ya kedkaran pîroz kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, berî bêhnvedana Cejna Qurbanê bi xebatkarên şaredariyê re hatin ba hev û cejna wan pîroz kir.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyabekirê Serra Bucak û Dogan Hatun, berî bêhnvedana Cejna Qurbanê bi personelên şaredariyê re civiyan. Di bernameya ku berî cejnê hat lidarxistin de Hevşaredar bi xebatkarên şaredariyê re hatin ba hev û cejna personelan pîroz kir.

Hevşaredar Bucak û Hatun, li gel Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Serdar Bakiroglu, Cîgirên Sekreterê Giştî Zerin Turk û Muhabbet Erdogmuş û serokên daireyan, personelên ku dest bi mesaiya sibê kirin li ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê pêşwazî kirin.

Hevşaredaran yek bi yek cejna personelan pîroz kir û ji bo xebatkarên şaredariyê di karê wan de serkeftin û hêsanî xwestin. Hevşaredaran di dema pîrozbahiyê de bi xebatkarên şaredariyê re sohbet kirin û hêvî xwestin ku Cejna Qurbanê bibe sedema xurtkirina hestên piştgirî, yekîtî û bihevratiyê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery