Bi projeya ‘Sindoqa Çîrokan’ pirtûk gihandin zarokan

Di çarçoveya projeya “Sindoqa Çîrokan” de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi mebesta hînkirina hûrebûna pirtûkxwendinê û zêdekirina gihîştina pirtûkan ji bo zarokan tê meşandin, pirtûkên çîrokan ên ku hatibûn komkirin gihandin zarokên gundê Derwêşhesenan yê ser bi navçeya Sûrê ve.

Li çarçoveya projeya ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşandin û Têkiliyên Gel de tê meşandin, bi piştgiriya welatiyan nêzî 2 hezar pirtûkên çîrokan hatin komkirin. Pirtûkên ku li xalên “Sindoqa Çîrokan” ên li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin, Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û Navenda Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatibûn komkirin, ji bo ku bigihêjin destê zarokan hatin amadekirin.

Pirtûkên ku di çarçoveya projeyê de hatin amadekirin, ji aliyê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ve birin gundê Derwêşhesenan ê navçeya Sûrê. Tîmên ku li gund geriyan, yek bi yek pirtûkên çîrokan li zarokan belav kirin û gihandina wan a pirtûkan dabîn kirin. Zarokan jî pirtûkên ku gihandin wan bi eleqeyek û şahiyeke mezin pêşwazî kirin.

Tê armanckirin ku beşdarî li geşedana zarokan bibe

Bi vê xebatê tê armanckirin ku zarok di temenê biçûk de hûrebûna xwendinê bi dest bixin, cîhana xeyalên wan pêş bikeve, nirxên çandî nas bikin û piştgirî bidin geşedana wan a civakî. Di heman demê de armanc ew e ku zarokên ku îmkanên wan ên gihîştina pirtûkan kêm in, bigihêjin weşanên biqalîte.

Belavkirina gihîştina pirtûkan tê armanckirin

Bi xebatên ku di çarçoveya projeya “Sindoqa Çîrokan” de tên meşandin, ji bo ku zarok bi rêya pirtûkên hatine komkirin hêsantir bigihêjin çavkaniyên çandî û perwerdehiyê, xebat berdewam dikin. Bi projeyê tê armanckirin ku zarok têkiliyeke bihêztir bi pirtûkan re deynin û çanda xwendinê berfirehtir bibe.

Şaredariya Bajarê Mezin plan dike ku belavkirina pirtûkan a di çarçoveya projeya “Sindoqa Çîrokan” de didomîne, di siberojê de jî bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery