Di Hefteya Şîr a Cîhanê de ji xwendekaran re şîr hat belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Şîr a Cîhanê de li navçeya Licê ji xwendekarên dibistanên seretayî û navîn re şîr û mûz belav kir. Di çalakiyê de bi mebesta pêşxistina hûbûnên (adetên) xwarina saxlem, li ser giringiya şîr di pêvajoya mezinbûnê de agahî ji zarokan re hatin dayîn.

Di çarçoveya xebatê de ku ji aliyê tîmên Yekeya Kontrola Xwarinê ya ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve hat meşandin, serdana dibistanên li Licê hat kirin. Di çalakiyê de şîr û mûz pêşkêşî xwendekaran hatin kirin û bal hat kişandin ser rola xwarina saxlem û hevseng di geşedana fîzîkî ya zarokan de.

Di agahdarkirinên ku ji aliyê xebatkarên Yekeya Kontrola Xwarinê ve hatin kirin de hat destnîşankirin ku vexwarina şîr bi taybetî di serdema zaroktiyê de ji bo geşbûna hestiyan, bihêzbûna pergala parastinê (pergala herisînê) û xwarina hevseng giring e. Ji xwendekaran re bandorên erênî yên vexwarina birêkûpêk a şîr a li ser mezinbûna saxlem hatin ravekirin.

Bi vê çalakiya ku ji ber Hefteya Şîr a Cîhanê hat lidarxistin, hat armanckirin ku di nav zarokan de hişmendiya xwarina saxlem zêde bibe û di dema serdanên dibistanê de bi xwendekaran re sohbetên cihêreng jî hatin kirin. Tîm bi van xebatên belavkirinê re hem beşdarbûna li hûbûnên xwarina zarokan hem jî avakirina hişmendiyekê li ser vexwarina şîr armanc kirin.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ji bo parastina tenduristiya civakî û belavkirina hişmendiya xwarina saxlem di nav zarokan de, dê xebatên xwe yên mîna vê bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery