Hevşaredarên Amedê pîrozbahiyên gel û nûnerên rêxistinên sivîl qebûl kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pîrozbahiyên gel û nûnerên saziyên sivîl qebûl kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pêşwazîkirina pîrozbahiyên gel û nûnerên saziyên sivîl didomînin. Di bernameya ku îro hat lidarxistin de Hevserokan gel û rêveberên gelek saziyên sivîl ên wekî Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Komeleya Şopandina Koçê (GÖÇDER) qebûl kirin.

Bucak: Em ê bi hev re bixebitin

Hevserok Serra Bucak di dema pêşwazîkirina Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û endamên lijneyê yên li salona civînên meclîsê de axivî û diyar kir ku deriyê wan ji her kesê ku tê şaredariyê re vekirî ye û got, “Cihê kêfxweşiyê ye ku îro ez li vir bi we re me. Me duh meclisa xwe civand. Ev meclîs 8 sal in nayê xebitandin, hatiye girtin. Li vir îradeya gel, pêkhateyeke demokratîk a tevlêker û piralî ku em jê re dibêjin meclîsa bajar an jî meclîsa bajêr, tunebû. Wek gelê Amedê me refleksên rewşa berevajî û nêzîkatiya monîst dît. Niha em di destpêka pêvajoyekê de ne. Niha em ê yek bi yek ji bo sererastkirina van ziyanan û ji nû ve avakirina têgihiştineke civakparêz û tevdeyî bixebitin. Ev bajar xwedî civakeke sivîl a pir girîng e. Di vê wateyê de em ê li ser xebatên ku van hemûyan vedihewîne û hevûdu geştir dike rawestin.  Lewra seradana we ji bo me pir girîng e.”

Hatûn: Li meclîsê tevî raya giştî biryar nayê girtin

Hevserok Dogan Hatun ji ber serdanê spasiya Serokê DTSOyê Kaya û endamên lijneyê kir û diyar kir ku meclîsa şaredariyê bêyî îradeya gel wê tu biryarê nede. Hatun, da zanîn ku meclisa şaredariyê ew cih e ku bi gel re dê ji pirsgirêkên gel re çareseriyê bîne.

Kaya: Şaredarî ji gel re hat girtin

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî axivî û diyar kir ku şaredarî ji gel, saziyên sivîl û derdorên karsaz re hatibû girtin û bajarekî du mîlyon mirovî hewl dide hişmendîya yekserî bihata birêvebirin. Kaya, pêkanînên qeyûman rexne kir û got, “We meclîs vekir, vîna gel li vir xuya dike. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê ne tenê vê meclisê vekin, lê em piştrast in ku hûn ê hemû deriyên şaredariyê ji saziyên sivîl, karsaz û raya giştî re vekin."

Seroka Meclisa Jinên Karsaz a DTSOyê Nevîn Îl destnîşan kir ku vekirina meclîsa şaredariyê ne tenê ji bo Amedê ji bo tevahiya gel jî pir girîng e û got ku ji bo pêşketina bajêr her gava ku bê avêtin ew ê piştgiriyê bidinê.

Hevserok Bucak û Hatun piştî pîrozbahiyê bi nûnerên saziyên sivîl û welatiyan re sohbet kirin. Nûnerên saziyên sivîl û welatiyan, Hevserokan pîroz kirin û di xebatên wan de serkeftin xwestin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31