Derdora Çemê Dîjleyê ji gend û gilêşê hat paqijkirin

 

 

Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gend û gilêşên ku li derdora Çemê Dîjleyê mane paqij kirin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rêgirtina li qirêjiya xwezaya derdora Çemê Dîjleyê, xebatek meşand. Ekîbên Midûriyeta Şaxa Paqijiyê li derdora Çemê Dîjleyê ku ji pira li ser rêya Farqînê dest pê dike û heta Baxçeyên Hevselê dikişe, xebateke paqijkirinê ya bi baldarî kirin.

Divê her kes erkên xwe bi cih bîne

Ekîban bi wesayitan çopên ku li derdora Çemê Dîjleyê bi awayekî bêserûber mayî kom kirin, zirara ku li xwezayê hat kirin asteng kirin.

Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê destnîşan kir ku ji bo parastina flora û faunaya xwezayî dema ku welatî li pîknîkê ne; bila çopên xwe pakêt bikin û wan bavêjin konteynirên çopê. Wezareta Parastin û Kontrola Jîngehê daxwaz ji her kesî kir ku ji bo jîngeheke paqij erkên xwe bi cih bînin.

 

Li taxa Mezopotamyayê qirêjiya bi rîsk hat rakirin

Li aliyê din ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li ser hewza ku ji ber kolandinê û ava baranê li qada vala ya li Taxa Mezopotamyayê derketiye xebitîn. Ekîban gola ku bi taybetî ji bo zarokan xetera xwe heye bi maşîneya kar rakirin û kolandina înşaatê birin qada polînkirina çopê.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31