Xebatên avdanê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku germahiya hewayê ji normên demsalî derbas bû, ji bo parastina qadên hêşîn û geşbûna saxlem a nebatan dest bi xebatên avdanê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber germahiya di ser normên demsalî re, ji bo parastina qadên hêşîn, xebatên avdanê da destpêkirin.

Ekîb ji bo ku dar, kulîlk, kulîlkên demsalî û giyayên ku di baznerêyên sereke yên Şaredariya Bajarê Mezin de ne ji germê bandorê negirin û ji bo geşepêdana wan bi tendirustî pêk bê, xebatên xwe bi 7 wesayîtên avdanê didomînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li gorî bernameya ku çêkiriye dê li navend û xaçerêyên navçeyên Yenîşehîr, Sûr, Baxlar û Kayapinarê xebatên avdanê bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31