Hevserok Bucak: Li bajêr guherîn û veguherîn çêdibe

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di axaftina xwe ya li Foruma Xebata Ciwanan a ku ji aliyê GoForê ve hat lidarxistin de bal kişand ser wê yekê ku dê li bajêr guherîn û veguherîn çêbibin.

Bernameya ku ji aliyê Forûma Rêxistinên Ciwanan (GoFor) ve ku li Tirkiyeyê bi nêzîkatiya mafnasiyê li ser polîtîkayên ciwanan dixebite, îsal bi temaya "Ciwan di rêveberiyên herêmî de" li Otela Grand Parkê hat lidarxistin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Şaredariya  Sûrê Gulan Fatma Onkol û endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, beşdar bûn.

Hevseroka Şaredariya Amedê Serra Bucak ku axaftina vekirinê ya forumê kir weha got, “Hûn bi xêr hatin Amedê, vî bajarê qedîm. Hûn di demsaleke pir xweş de hatine. Hê bihar e, çend rojên xweş kêfa xwe bikin.” û bi vî awayî beşdar silav kirin.

'Polîtîkayên dûrî tevilkariyê hatin meşandin'

Bucak, anî ziman ku wan piştî 8 salên dirêj ên qeyûmdanînê wan Şaredariya Bajarê Mezin standiye û destnîşan kir ku qeyûm li bajêr polîtîkayên dûrî tevilkariyê meşandine û civak, zarok, jin û ciwan paşguh kirine.

Bucak aşkere kir ku bi hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê re wê li bajêr guherîn û veguherîn çêbibe û got ku ew ê li ser vê mijarê bê rawestan bixebitin.

Di bernameyê de Hevserokên Desteya Rêveber a GoForê Yagmur Bayindır û Cem Pekbalikcî, Koordînatorê Giştî yê GoForê Hasan Oguzhan Aytaç û Hevşaredara Sûrê ya Amedê Fatma Gulan Onkol jî her yeke axaftinek kirin.

Hevserok Bucak beşdarî bernameya hişê çêkirî bû

Herweha Hevseroka Şaredariya Amedê Serra Bucak beşdarî bernameya "Perwerdeya Paşerojê ya Bi Robotîk, Nermalava û Zehmetiyê" ya ku li 15emîn Fuara Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin bû. Li gel Bucak endamên meclîsê, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, cîgirên wî Reşat Bakan, Aziz Ozdogan û serokên daîreyan amade bûn. Di bernameya ku gelek xwendekar beşdar bûn de, bi slaytan bandor û encamên hişê çêkirî yê ku tê payîn teşe bide cîhana paşerojê û li ser perwerdeyê hatin vegotin.

Piştî bernameyê Hevserok Bucak yek bi yek standên li navenda fuarê ne ziyaret kir. Bucak demekê standa Şaredariya Bajarê Mezin ziyaret kir û şutilên gulan ên ku li tavgeha Şaredariya Bajarê Mezin şîn dibin, diyarî welatiyan kirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31