3 milyon û 755 hezar metrekare şînkayî hat sererastkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bernameyeke xebatê ya 30 rojan de bi giştî 3 milyon û 755 hezar metrekare qada hêşîn çinî û sererast kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê, ji bo ku giyayê ku wek mêrg û şînkayî tê zanîn baş bikemile û park û navend zêdetir estetîk xuya bikin, di heyama xebatê ya 30 rojan de li qadeke 3 milyon û 755 hezar metrekare xebitî.

Li navçeyên Baxlar, Sûr, Kayapinar û Yenîşehîrê ji bo pêşîgirtina li nexweşiyên nebatî yên ku dibe ku li qadên hêşîn çêbibin xebat hat kirin. Di xebatê de 52 xebatkar dixebitin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li gorî bernameya ku diyar kiriye dê li navçeyên Yenîşehîr, Kayapinar, Baxlar û Sûrê çinîna giyayê mêrgan bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31