Şaredariya Amedê di hewara Cizîrê çû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ekîb û piştgiriya wesayîtan şand navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ji ber barana zêde lehî lê rabû.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rabû, ekîbeke ji 16 kesan pêk tê û 5 wesayîtan wezîfedar kir.

Bi şev; 9 îtfaiye, 2 wesayit û 16 motorpompên Midûriyeta Îtfaiyê, 3 karmend û kamyonek kanalîzasyonê ya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, ji Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê 4 xebatkar û 4 wesayît, 2 tankerên avê yên 25 ton ji bo piştgirîyê bidin xebatên navçeya Cizîrê ji Amedê derketin rê.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31