Ekîbên Şaredariya Amedê li Cizîrê dest bi kar kir

 

Ekîbên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sewqî navçeya Cizîrê ya ku ji ber barana zêde lehî lê rabû, ji bo vekirina qenalên hatine girtin û paqijkirina kuçeyên zirar dîtine dest bi xebatê kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rabû, ekîbeke ji 16 kesan pêk tê û 5 wesayîtan; 9 îtfaiye, 2 wesayit û 16 motorpompên Midûriyeta Îtfaiyê, 3 xebatkar û kamyonek kanalîzasyonê ya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, ji Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê 4 xebatkar û 4 wesayît, 2 tankerên avê yên 25 ton bi şev ji Amedê ber bi navçeya Cizîrê ve derketin rê.

Ekîban dest bi xebatê kirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ku ji bo vekirina xetên qenelîzasyonê yên girtî yên li navçeyê bi kamyona qenelîzasyonê ya hevbeş dest bi xebatê kirin, di heman demê de li ser xaniyên di bin avê de û li kuçe, kolan, meydan û peyarêkên navçeyê yên ji ber lehiyê zirar dîtine, xebatên paqijiyê dikin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31