Hevserokên DEMê serdana Hevserokên Şaredariya Amedê kir

Hevserokên Giştî yên DEMê Serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pêk anî.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir. Hevserok, parlamenter ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û hevşaredarên navçeyan ve li gel endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, Hevserok û Hevşaredar derbasî avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Bucak: Em bi mazûvaniya Hevserokan serbilind in

Hevşaredar Serra Bucak di serdanê de kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, "Em bi rûmet in ku em li Şaredariya Bajarê Mezin û bi şaredariyên 13 navçeyên, mêvandariya Hevserokên xwe yên bi rûmet Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan dikin.  Em bixêrhatina wan dikin û spasiya wan dikin."

Bakirhan: Şaredariyên me dê xizmeteke layiqî gel bikin

Hevserok Bakirhan di şexsê şaredariyan de gelê bajêr pîroz kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku şaredariyên me bi taybet Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê xizmeteke ku layiqî gel e, bike."

Hatimogulları: Şaredariyeka şefaf û demokratîk

Piştre Hatîmogullari axivî û bi bîr xist ku wan soz dane ku di hilbijartinê de xizmetê ji gel re bikin û weha got, "Em bawer dikin ku mînaka şaredariya vekirî, şefaf, demokratîk a ku gelê me heq dike, wê li şaredariyên me yên din jî bi taybetî li Amedê bê dîtin."

Hevserokan di serdanê de şampiyoniya Amedsporê jî pîroz kirin.

Di serdanê Hevserok Bucak û Hatun tebaqek ku bi nîgarên dîroka bajêr newişandiye diyarî Hevserokên DEM Partiyê kir.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31