Di Fuara Çandiniyê de 3 hezar û 250 şitil hatin belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Fuara Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê de 3 hezar û 250 nebatên bêpere li welatiyan belav kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di Fuara Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê ya ku bi beşdariya bi sedan fîrma û bi hezaran kesî di navbera 30ê Nîsanê û 4ê Gulanê de li Amedê hat lidarxistin de 3 hezar û 250 şitil bêpere li welatiyan belav kir.

Di fuarê de ku Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin stand vekir, rayedaran 450 gulên bi reng û cureyên cuda, 150 lavender, 100 gulberoj, 100 qiparisê şîn, 100 hinarê reş, 100 hinarê farisî, 100 guliyên çivîkan. Her wiha 2000 kulîlkên demsalî yên havînê jî 5 rojan li welatiyan belav kirin.

Rayedarên Daîreya Park û Baxçeyan jî der barê xebatên Şaredariya Bajarê Mezin de agahî dan welatiyên ku serdana standê kirin.

Hevserokan nebat li mêvanan belav kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dema ku fersend peyda bû serdana Fuara Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê kirin. Hevserokan li standa ku ji aliyê Rêveberiya Park û Baxçeyan ve hat vekirin de çîçek, şitil û kulîlkên demsalî li welatiyan belav kirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31