Şaredariya Bajarê Mezin dê avahiya çandê nû bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê avahiya teniştê ku 26 sal in xebatên çand û hunerê lê dihatin kirin, lê di heyama 8 salan a qeyûman de ji ber xemsariyê hilweşiya.

Avahiya teniştê ya ku li pişt avahiya sereke ya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku bi salan wekî Şanoya Bajêr a Midûriyeta Çand û Turîzmê dixebitî, di heyama 8 salan a qeyûman de bêkar ma. Avahiya teniştê ya ku ji damezrandina sala 1992an hetanî ku qeyûman di Mijdara 2016an de xebatên çand, huner û konferansê yên bajêr dihatin kirin û di heman demê de hewcedariyên saziyên sivîl ên bajêr jî dianîn cih, ji ber îhmal û xemsariyê hilweşiya.

Sînemaya Biçûk nayê bikaranîn

Hat dîtin ku ji banê avahiya teniştê ku tê de konser, lîstikên şanoyê lê dihatin lîstin, bi salan kongre û konferansên cûrbecûr tê de dihatin lidarxistin av diherikî, çîpê dîwaran diherikî, derî û kursiyên odan bi tevahî ji hev ketine, nayêne bikaranîn. Sînemaya biçûk a Burhan Karadenîz ku demekê gelek fîlm lê dihatin pêşandan, bi salan ji qedera xwe re hat terikandin.

Beşek ji avahiya teniştê ya ku ji bo temaşekirina çalakiyên hunerî û çandî ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat, bi salan weke arşîva şaredariyê, Ofîsa Têkiliyan a Veguherîna Bajêr a Taxên Dîcle-Ferîtkoşkê û depo hat bikaranîn.

Şaredariya Bajarê Mezin dê vê avahiyê nûjen bike

Bi talîmata Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevaniyê ji bo nûkirina avahiyê dest bi xebatê kir. Şaredariya Bajarê Mezin, piştî xebatên nûkirinê, dê ji bo xebatên çand û hunerê vê avahiyê dîsa bixe ber xizmetê.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31