Hevserokên Şaredariya Amedê daîre seh kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li avahiya xizmetê ya şaredariyê daîre û yekîneyên girêdayî wan seh kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di avahiya xizmetê ya şaredariyê de Serokatiya Daîreya Plansazkirin û Bajarvaniyê, Daîreya Geşepêdana Gundan, Serokatiya Daîreya Karên Teknîkî û yekîneyên girêdayî wê ziyaret kirin. Hevserokan bi Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û cîgirên sekreterê giştî re, der barê xebatê de agahî ji serokên dezgehan wergirtin.

Hevserokan bi xebatkaran re sohbet kirin û destnîşan kirin ku xebat bi baldarî bên meşandin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31