Şaredariyê bi vegerandina 25 wesayitan milyonek 220 hezar TL teserif kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 25 wesayitên zêde yên ku di çarçoveya tedbîrên teserifê de hatibûn kirêkirin, ji şîrketa taşeron re vegerandin. Bi îadeyê 1 milyon û 220 hezar TL hat teserifkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gel bikaribe xizmeteke baştir werbigire, biryar dide ku çavkaniyan bi bandor bi kar bîne. Bi biryarên ku di çarçoveya tedbîrên teserifê de hatine girtin, wê çavkanî ji bo xizmetên binesaziyê û avahîsaziya bajêr werin veguheztin.

Di vê çarçoveyê de, Midûriyeta Xizmetên Piştgiriyê wesayîtên ku ji bo kirê hatine peydakirin ji nû ve nirxand. Bi nirxandinê re amûrên ku ji aliyê Dezgehê ve hatine bikaranîn bi bandortir û bi bikêrhatîtir hatine bikaranîn. Di encama xebatên ku hatin kirin de maşîneyên rêwiyan û pîkapên ku îsraf bûbûn, ji fîrmaya têkildar re hatin vegerandin.

1 milyon û 220 hezar TL teserif hat kirin

Bi vegerandina 25 wesayitan ku heyama îhaleyê wê di Îlona 2024an de biqede, milyonek û 220 hezar TL tê teserifkirin. Dê mîqdara mijara gotinê ji bo xizmetên ku ji bo bajêr têne hilberandin were terxankirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31