Li Cizîrê av ji 71 xaniyan hat valakirin, 22 kolan hatin paqijkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava jêrzemîna 71 xaniyên li navçeya Cizîrê ya ku lê lehî rabû, vala kir û 22 kuçeyên herimî paqij kirin.

Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji roja ewil û vir ve midaxaleyê karesata lehiyê ya ku di 4ê gulanê de li navçeya Cizîra Şirnexê ji ber barana zêde çêbû. Ekîbeke ji 16 kesan û bi 5 wesayitan ji bo xebatê li kuçe, kolan û xanî, kargeh û otoparkên ku li ber lehiyê ketine, hatin wezîfedarkirin.

Av ji jêrzemîna 71 xaniyan hat valakirin

Ekîban ji roja ewil a lehiyê vir ve ji jêrzemîna 71 xaniyan, cihê kar û otoparkan av vala kir, li navçeyê 22 kuçe û meydanek jî şuştin.

Ekîban her wiha li navçeyê bi kamyoneke kanalîzasyonê ya hevpar xebatên paqijkirina kanal û vakûmê kirin.

Hin ekîban xebat bi dawî kirin

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê piştî xebatên xwe temam kirin ji navçeyê veqetiyan, lê belê ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê jî li navçeyê xebatên xwe didomînin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31