Li bulvar û kuçeyan xetên rê tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li bajêr şebekeya çûnûhatinê ya ewletir çêbike, xebatên nîşankirina rêyan dimeşîne.

Midûriyeta Gihandinê xebatên xwe yên ji bo hatûçûna bi ewletir a peya û wesayîtan li bulvar, kuçe û kolanan didomîne.

Li ser 13 kîlometre rê dixebitin

Ekîban li ser rêya 13 kîlometre ya navbera Kolana Musa Anter û Kolana Elezîzê ya li ser Bulvara Mezopotamyayê xetên rê yên çilmisî û windabûyî nû kirin.

Sîstema termoplastîk

Di xebatan de boyaxa termoplastîk hat bikaranîn ku xetên rê ji peya û ajokarên wesayîtan re zêdetir xuya bikin.

Xebat dê dewam bikin

Xebatên xêzkirina rêyan dê li bulvar, kuçe, kolan û peyarêyên ku asfalta wan temam bûye li seranserê bajêr dewam bike.

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31