Jinên voleybolîz serdana Hevserokatiyê kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun mazûvaniya sporvanên ciwan û xebatkarên teknîkî yên Tîma Voleybolê ya Jinan kirin.

Werzişvanên ciwan û xebatkarên teknîkî yên Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin û di encama maçên îsal de bi qezençkirina kupaya şampiyoniyê derket Lîga 2yemîn, çûn serdana  hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun.

Werzişvanên jin ên ku bi kûpaya şampiyoniyê hatin serdanê, forma diyarî Hevserokan kirin.

Hevserokan pîrozbahî li werzişvanên jin kirin û di sezona nû de hêviya serkeftinê ji wan re xwestin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30