Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Gêlê xeta ava vexwarinê hat çêkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, li taxa Kuyular ê girêdayî gundê Dere ya navçeya Gêlê, li gorî plana îmarê û zêdebûna nifûsê xeta ava vexwarinê danî. Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li gorî plana îmarê û zêdebûna nifûsê ji bo deverên nû yên rûn

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, li taxa Kuyular ê girêdayî gundê Dere ya navçeya Gêlê, li gorî plana îmarê û zêdebûna nifûsê xeta ava vexwarinê danî.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li gorî plana îmarê û zêdebûna nifûsê ji bo deverên nû yên rûniştinê yên navçeya Gêlê projeyeke nû amade kir.

Di çarçoveya projeyê de, ekîban ji bo malên gundê Kuyular ê ku yek ji deverên nû yên rûniştinê yên taxa Dere ye, xeteke ava vexwarinê ya 400 metre dirêj danî û pêdiviya welatiyên herêmê ya ava vexwarinê pêk anî.

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ dê li taxên gundan projeyên ava vexwarinê û bingeha avahiyê bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan